Dek û dolab tên gerandin: Sindoqên bi sedan gundan tên barkirin
Beriya referandûmê, serlêdan hat kirin ku sindoqên bi sedan gund û taxên li 13 navendan bên barkirin, ku hema bêjin temamiya wan hilbijêrên HDP'ê ne.
Beriya referandûmê, serlêdan hat kirin ku sindoqên bi sedan gund û taxên li 13 navendan bên barkirin, ku hema bêjin temamiya wan hilbijêrên HDP'ê ne.
Ji bo referandûmê demeke kurt ma, lê ji niha ve dek û dolab tên gerandin, ku gefê li ewlekariya hilbijartinê dixwe. Mîna 2 hilbijartinên bihurî, wê referandûma 16'ê Nîsanê de jî gelek sindoqên li bajarên Kurdan tên rakirin û dibin hin nuqteyên 'navendî'. Tê gotin, ev biryara ku li pêşiya dengdana hilbijêran astengiyeke mezin e, li ser daxwaza jenderme û emniyetê hatiye dayîn. Li gorî vê yekê, li navenda Îdirê, navçeya Tetwan a Bedlîsê, navçeya Kop a Mûşê, navçeyên Hezro û Sason ên Êlihê, navçeya Misric a Sêrtê, navçeyên Dêrik, Stewr û Şemrex ên Mêrdînê, Hezex û Elkê yên Şirnexê, Şemzînan a Colemêrg û Patnos a Agiriyê, serî desteyên hilbijartinê yên bajar û navçeyan hat dayîn û hat xwestin sindoqên li gelek gund û taxên van deveran bibin yek.
SINDOQAN DIBIN GUNDÊN CERDEVANAN
Serlêdanên ji bo yekkirina sindoqên li gelek gund û navenda Hezexê hatin qebûlkirin. Li navçeya Dêrik a Mêrdînê jî biryar hat dayîn ku sindoqên 30 gundan bibin yek. Wekî din, li navçeya Tetwan a Bedlîsê jî, li ser daxwaza Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê biryar hat dayîn sindoqên li 30 gundên cuda li dibistanên li gundên cerdevanan û navenda bajêr bên danîn. Hema bêjin temamiya hilbijêrên li van gundan di hilbijartinên dawî de deng dane HDP'ê.
TEMELLÎ: DEST BI HER ŞÊWE FEN Û QIRÊJIYÊ KIRIN
Alîkariya Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî ev mijar nirxand û anî ziman, ku wan li dijî yekkirina sindoqên hilbijartinê li desteya hilbijartinê îtiraz kirine. Temellî got, "Piştî ku desthilatdariyê fêhm kir wê dengê 'erê' bi ser nexîne, serî li fen û qirêjiyan da. Lewma vê rêbazê diceribîne."
Temellî da xuyakirin, ku hilbijêrên HDP'ê wê bêjin 'NA' û got, "AKP niha jî bi bahaneya ewlekariyê, bi rêya yekkirina sindoqan dikeve nava hewldaneke nû ya terorê. Ji ber vê yekê zordariyê li vîna hilbijêran dike. Rewabûna guhertineke bi vî rengî ya destûra bingehîn, bi girtina parlamenterên me re, hê di destpêkê de têk çû. Ev gava niha hatiye avêtin, vê rewabûnê careke din têk dibe. Em ji destpêkê ve vê dibêjin."
Temellî diyar kir, bi rêveberiya şexsekî re hewl tê dayîn guhertina rejîmê were kirin û destnîşan kir, ku ti rewabûna vê nîne.
Sezaî Temellî destnîşan kir, ku bi rêya barkirina sindoqan hewl tê dayîn pêşî li hilbijêran bê girtin deng bidin û got, "Ji bo manîpulasyona deng bike, operasyon daye destpêkirin."
'EM Ê LÎSTIKÊ DI SINDQOÊ DE TÊK BIBIN'
Temellî got, "Li dijî vê yekê bêguman em ê mafên xwe biparêzin. Hem li Desteya Hilbijartinê ya Bilind hem jî li platformên din em ê mafên xwe biparêzin. Hem em ê serlêdanê bikin, hem jî bişopînin. Çi dibe bila bibe em ê li pêşberî lîstikên AKP'ê bêdeng nemînin û vê lîstikê li sindoqan têk bibin."