Dede: Êrişên nijadperestiyê ji ber polîtîkayên hikumetê rû didin

Nerazîbûna ji ber kuştina ciwanê Kurd Ozkan Tokay dewam dike. Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Alîkarê Hevserokan Umît Dede destnîşan kir, ku ev êriş ji ber nêzîkatiya hikumetê ya li Kurdan rû didin.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Alîkarê Hevserokan Umît Dede û Hevserokê HDP'ê yê navçeya Erdîşê serdana konê sersaxiyê yê ji bo Tokay hatibû vedan kirin.

Her du siyasetmedaran nerazîbûn nîşanî êrişan dan û destnîşan kirin ku ev êrişên bênavber ên li dijî gelê Kurd ji ber nêzîkatiya hikumetê ya li Kurdan rû didin.

'KAMPANYA LÎNÇÊ BI DESTÊ DEWLETÊ TÊ MEŞANDIN'

Umît Dede diyar kir ku li dijî gelê Kurd kampanya lînçkirinê tê meşandin û ev yek jî bi dest û zimanê dewletê tê birêvebirin. Umît Dede got, "Komên nijadperest ên ku hêzê ji vê yekê digirin û xwe bi van gotinên nijadperestiyê xwedî dikin, mîna ku her tim dikin doh li Sakaryayê îro jî li Afyonê, beriya wê jî li Enqereyê û gelek deveran êrişî Kurdan kirin."

'XWE LI KURDAN RANAGIRIN'

Umît Dede destnîşan kir ku sedema vê yekê jî xwerangirtina li Kurdan e û got, "Desthilatdarî bi zimanê xwe yê siyasî di nava gelên Tirkiyeyê de bêtehemûliya li dijî Kurdan diafirîne. Em vê yekê weke encama sivîl a polîtîkayên hikumetê yên li dijî Kurdan dibînin. Bi dîtina me polîtîkayên hikumetê yên li ser şer, zimanê xwe yê şer dibe sedem ku komên faşîzan bikevin nava liv û tevgerê. Em HDP ji destpêkê ve ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan xebitîn, hîn jî bi vê hêviyê ne. Li gel êrişan jî em bi hêvî ne ku gel dikarin bi hev re bijîn. Li dijî van êrişan em ê timî bi gelê xwe re bin. Nepêkane ku mirov van êrişan qebûl bikin. Hem ji aliyê hiqûqî hem jî li her qadên demokratîk em ê li ber van êrişan rabin."

'ÊDÎ EM NIKARIN CENAZEYÊN XWE JÎ VEŞÊRIN'

Hevserokê HDP'ê yê Erdîşê Yaşar Kûçaş jî nerazîbûn nîşanî êrişên nijadperestiyê da û bi bîr xist ku piştî cenaze anîn Erdîşê li bajêr liv û tevgera leşkerî û polîsan zêde bû, hatin dorpêçkirin. Kûçaş diyar kir ku ew êdî nikarin cenazeyên xwe jî veşêrin û destûr nayê dayin ku şînê jî bigirin.

Kûçaş anî ziman ku êriş dema dawî zêde bûne, yek ji sedemên vê yekê jî zimanê nijadperestiyê ye û ew kesên ku vê nijadperestiyê xwedî dikin şermezar dikin. Kûçaş got, "Her kesên li vî welatî dijîn divê hurmetê nîşanî hev bidin, neçar e bi rêzdarî tevbigerin. Ji ber ku li Erdîşê derfetên kar nînin ciwan neçar dimînin biçin Stenbol, Enqere û bajarên mîna wan. Li xerîbiyê dûrî malbata xwe bi êrişên nijadperestî tên kuştin. Ev êriş nayên qebûlkirin. Em van êrişên nijadperestiyê şermezar dikin."

'ÊRIŞ DIBIN SEDEM KU HÊRS MEZIN BIBE'

Kûçaş diyar kir ku ev êriş dibe sedem ku gel ji hev qut bibin û got, "Ev êriş dibin sedem ku di nava gel de hêrseke mezin çêbibe. Eger êrişên bi vî rengî neyên rawestandin wê qutbûneke mezin di navbera gelan de çêbibe. Divê tavilê aştî bê vî welatî. Ev êriş û zimanê nijadperestiyê divê bi dawî bibe. Li devereke ku aştî û demokrasî lê nîne, nepêkane ku aştiya civakî pêk were û krîza aboriyê bi dawî bibe. Kurd êdî li bajarên rojava nikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Divê bêhiqûqî û bêedaletî tavilê bi dawî bibe."