DBP: Wê fêhm bikin ku nikarin bi me

DBP'ê destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyan 'şerekî nû ye li dijî gelê Kurd' û diyar kir, "Wê nikaribin bi vî rengî me rawestînin, em ê qeyûm nas nekin."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), der barê desteserkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û destgîrkirina bi sedan kesî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DBP'ê diyar kir ku endama wan a Desteya Rêveberiya Navendî Sevîm Adsoy, endamên wan ên Meclîsa Partiyê Tahîr Ozdemîr û Sûat Aslan jî di nav de bi dehan rêveberên partiyê û bi sedan siyasetmedarên Kurd bi darbeya siyasî ya AKP û MHP'ê bi rengekî nehiqûqî hatine destgîrkirin.

DBP'ê destgeserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê weke şerekî nû yê li dijî têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd pênase kir.

'WÊ NIKARIBIN BI VÎ RENGÎ ME RAWESTÎNIN'

Di daxuyaniya DBP'ê de hate gotin, "Armanca van operasyonên li dijî HDP'ê ku partiya me jî pêkhateyeke wê ye, tasfiyekirina siyaseta Kurd e. Bi destgîrkirin û girtina me, bi operasyonên qirkirina siyasî yên ku ji wan heye wê me asteng bikin, wê fêhm bikin ku wê nikaribin baweriya gelan a bi azadî, ked, aştî û demokrasiyê bi dawî bikin. Em careke din destnîşan dikin; em ê qeyûman nas nekin, qebûl nekin. Divê hikumet tavilê ji vê gava xwe ya tirsnak vegere."