DBP û DEM Partiyê ji bo mîtînga li Colemêrgê banga tevlîbûnê kirin

Rêxistinên Wanê yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê ji bo mîtînga li Colemêrgê banga tevlîbûnê kirin.

Rêxistinên Partiya Herêman Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yên Wanê têkildarî mitînga ku wê li Colemêrgê bi dirûşma “Şaredarî yên gel in em ê destûr nedin bên xespkirin” were lidarxistin, li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de pankarta “Em rê nedin qeyûm û faşîzmê, îradeya gel nas bikin” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harun Okay banga tevlibûna mitînga li Colemêrgê li her kesî kir. Okay, wiha got: “Qeyûm, zilm û talan e. Li dijî zîhniyeta gelê kurd tune dihesibîne, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Bi vê wesîleyê em banga tevlibûna mitînga mezin a li Colemêrgê li tevahiya gelê xwe dikin. Em ê li Bulwara Çohaz Petrolê bên gel hev û otobûsên me wê ji wir ber bi Colemêrgê ve bikevin rê. Em tevahiya gelê xwe vedixwînin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar jî da zanîn ku gelê kurd dîsa bi darbeyeke qeyûm re rû bi rû ye. Uçar, bi bîr xist ku Hevşaredarê Colemêrgê di encama dozeke 10 sal in didome de hatiye girtin û wiha pê de çû: “Di serî de ya xelkê Colemêrgê, îradeya tevahiya gelên Tirkiyeyê bi faşîzma qeyûm hate xespkirin. Li dijî vê xespa îradeyê û faşîzma qeyûm, gelê Kurdistanê bi roja ye xwedî li vîna xwe derdikeve. Di vê çarçoveyê de me ji bo tevlibûna mitînga Colemêrgê xebat dan destpêkirin û em jî dê di çarçoveya van xebatan de di roja pêncşemê de de biçin Colemêrgê. Banga me li tevahiya gelê me, sendîka û rêxistinên civaka demokratîk ew e ku tev li bibin.”

Uçar got ku bi sedan sala ye ziman, çand û nasnameya gelê kurd tune tê hesibandin û axaftina xwe wiha qedand: “Hebûna gelê kurd tune tê hesibandin. Niha jî dest datînin ser mafê bijartin û hilbijartinê. Mafên me nas nakin û îradeya me xesp dikin. Em jî dê li dijî vê zîhniyetê li qadan bin. Em ê tevî gelê xwe yê berxwedêr li dijî xespkirina îradeyê li Colemêrgê tev li mitîngê bibin.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.