DBP: Hesabê Cizîrê wê were pirsîn

DBP'ê ji ber salvegera komkujiya Cizîrê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku heta hesabê komkujiyê were pirsîn ew ê têbikoşin. DBP'ê berxwedêrên jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.

Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji ber salvegera komkujiya AKP/Qesra Erdogan li Cizîrê kir, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de komkujiyên Agirî, Dersîm, Zîlanê hat bibîrx istin û hat gotin, "Nêzîkatiya hikûmetên beriya niha li gelê Kurd çi be, îro jî bi heman rengî ye."

DBP'ê diyar kir, herî dawî zîhniyeta faşîst a kujer bi destê AKP'ê li Cizîrê mirovên sivîl, bê parastn û birîndar li jêrzemînan li pêş çavên tevahiya mirovahiyê kuşt û wiha dewam kir:

"Hikûmetê nedixwest Kurdekî bi rûmet li pêşberî xwe bibîne. Yekane tişta ku AKP'ê ji gelê Kurd dixwest, kesayet û civakeke xiyanet li xwe, nirxên xwe kiriye û bêrûmetî qebûl kiriye. Lê belê, gotina dawî ti carî ji aliyê serdestan ve nehatiye gotin. Xuya ye ji bîr kirine ku gotina dawî ya berxwedêran e. Naxwe wê li ser gelekî bi dehan salan li ber xwe daye û tawîz ji rûmet û Kurdîtiya xwe nedaye, teslîmiyet ferz nekiribûya.

Şehîd Mehmet Tûnç di komkujiya pêş çavên cîhanê de got, 'Çi dibe bila bibe em ê teslîmî polîtîkayên AKP'ê nebin. Me serî netewand, bi me serbilind bin'. Bi vî rengî sekna Kurdê bi rûmet ê berxwedêr li dîrokê nivîsand.

Yên li Cizîrê û bajarên din ên Kurdistanê polîtîkayên kujeriyê yên li derveyî mirovahiyê meşandin, heta ku li pêşberî mirovahiyê û edaletê hesab bidin, em ê van komkujiyan bişopînin. Em zîhniyeta kujer û faşîst ku bû sedema mirina bi sedan mirovên me, bi tundî şermezar dikin."

Di dawiya daxuyaniyê de, di şexsê Asya Yuksel û Mehmet Tûnç de hemû şehîdên demokrasî, aştî û azadiyê bi rêzdarî hatin bîranîn.