DBP: Em deng bidin grevên birçîbûnê!
DBP’ê bang kir ku deng bidin grevên birçîbûnê yên li girtîgehan.
DBP’ê bang kir ku deng bidin grevên birçîbûnê yên li girtîgehan.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "AKP li Kurdistanê û Tirkiyê ji mêj ve ye ku li ser civakê polîtîkayên çewisandin, tundî, radestgirtinê pêk tîne. Vê polîtîkayê li zindanan jî pêk tîne. Ev polîtîkayên AKP’ê êdî hatine radeyeke wiha ku gefê li jiyanê dixwin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji 15’ê Tîrmehê ve hikûmeta AKP’ê qanûnan ji nedîtî ve tê û bi biryarnameyên Rewşa Awarte dixwaze welêt bi rê ve bibe."
Daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Bi mebesta polîtîkayên rûmetşikîn ên hikûmetê, şertên girtîgehan û polîtîkayên tercîdê yên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin, li 8 girtîgehan 26 jê jin tevahî 96 girtî ketine greva birçîbûnê. Wiha diyar e ku hikûmeta AKP’ê bi êsîrgirtina Kurdan û siyasetmedarên wan, bi polîtikayên zilmê tola xwe nehilaniye ku li zindanan jî zext û êşkenceyê dike û dixwaze kîn û nefreta xwe nîşan bide.
Gelê Kurd ê bi rûmet û dostên wan li dijî van kirinan bi dehan salan e ku hem li hundir û hem li derve di her şert û mercî de şerê xurt ê bêhempa û vînê nîşan daye û li dijî polîtîkayên radestgirtinê li ber xwe daye.
Îro jî girtî li dijî polîtîkayên AKP’ê weke berdewama berxwedana zindana Amedê ya dîrokî û bêhempa, li dijî polîtîkayên faşîzan weke her arê di her şert û mercî de bi rengekî bêhempa li ber xwe dide. Girtî li dijî radestkirinê û bêvînkirinê ya li zindanan û li derve bedena xwe didine ber mirinê û li dijî polîtîkayên AKP’ê li ber xwe didin."
'EM XWEDÎ LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DERKEVIN'
DBP’ê bi berdewamî wiha got:
"Em bang li hemû raya giştî ya bihistyar, rêxistinên mafê mirovan, baro, Saziyên Civakî, li sazî û dezgehan dikin ku bibin dengê berxwedana zindanan û ji bo ku daxwazên girtiyan bi cih bên deng bidin berxwedanê.
Peywira me ya herî sereke ye ku di zûtirîn demê de em xwedî li greva birçîbûnê derkevin ku hatiye rewşeke krîtîk ji bo ku daxwazên wan pêk bên berpirsyariya xwe ya bi cih bînin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku li pêş greva birçîbûnê ya zindanan bihistyar bin û xwedî lê derkevin."