Dayikên Şengalê: Em ê xwe bikin mertal, lê nahêlin ew werin

Dayikên Şengalê yên ku piştî êrîşa komên çeteyan ên PDK’ê bi ser çeperên êrîşkaran ve meşiyan gotin, "Em ê dîsa li ser piyan bin. Em ê xwe bixin navbera wan û zarokên xwe. Bila em şehîd bikevin, lê em nahêlin zarokên me şehîd bibin."


Dayikên Xanesorê ku bi çalakiya xwe ya li hemberî komên çete yên girêdayî PDK’ê ketin rojava cîhanê, sedem û armanca çalakiya xwe vegotin. Dayikan gotin ku ew ê bê tirs nerazîbûna xwe bidomînin û banga bilindkirina têkoşînê li tevahiya kurdan kirin. 

Dayikan nêrînên xwe wiha anîn ziman: 

Xoxê Feqîr: Em gelekî aciz in. Milet bi giştî rabûye ser xwe. Em vî tiştî qebûl nakin. Ev 3 sal in, herêm ji dijmin hatiye paqijkirin. Lê niha DAIŞ bi cilên pêşmergeyan hatine û dibêjin em ê Şengalê biparêzin. Çeteyên DAIŞ’ê ketibûn Şengalê, Xanesorê û dixwestin têkiliya me ji cîhanê qut bikin, miletê êzidî tune bikin. Nivî hatin kuştin, laşê wan li çolê man. Gelek hatin revandin. 

Lewma em naxwazin tiştekî wiha dubare bibe û em wekî dayik çûn eniya şer. Wekî hêviyekê me got bila şer xilas bibe. Ger ku bixweşî rabun rabûn, lê ranibin wê milet rabe ser piyan û rahije çekan. Em ê dîsa li kolanan bin, daxuyaniyan bidin, meşan çêbikin. Bi xweşî ranebin, dê gelekî nexweş bibe. Em vî tiştî qebul nakin. 

Li şûna ku werin êrîşî van deran bikin, bila biçin gundên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de rizgar bikin. Keç û jinên me di destê wan de ne. Çima naçin wan deran? Bi dehan gundên me hîn nehatine rizgarkirin. Li van deran tiştek nîn e, ev der aram e. Em dayîk jî dikarin van deran biparêz in. Ez û 2 dayikên din dikarin vir biparêzin. 

Li hemberî van êrîşan em ê dîsa li ser piyan bûn. Ev komên çete ji bo PKK’ê nehatine, ji bo tinekirina Êzidiyan hatine vir. Şehîdên me çêbûn. Xistin ber tirimpêlan û şehîd xistin. Hêviya me ew e ku hemû miletê êzidî, miletê kurd rabin ser piyan. Roja şeref û namûsê ye, lê xwe kurd û êzidî dihesibîne, bila rabin ser piyan. Tu kesekê ku bêje “ez mirov im” vî tiştî qebul nake. 

Em dayik jî, bedena xwe ji bo şervanan dikin mertal. Em ê dîsa çalakiya xwe pêk bînin. Gelek dayikan jî acizahiya xwe anîn ziman û gotin, “we çima ji me re negot”. 

EM Ê BIKEVIN NAVBERA WAN Û ZAROKÊN XWE

Qiymet Feqîr: Em ê li hemberî êrîşên bi vî rengî helwesta xwe bidomînin. Em van êrîşan qebul nakin û em ê xwe bixin navbera wan û zarokên xwe. Bila me şehîd bixin, lê em nahêlin zarokên me şehîd bikevin. Ger ku careke din hatin, em ê hêza xwe mezintir bikin û tişta ji destê me tê, em ê bikin. Em nahêlin careke din werin ser axa me. 

Pêdiviya me bi parastinê nîn e. Axa me rizgarkirî ye û em ê xwe biparêzin. Ger ku pêwîst bik e em ê jî rahijin çekan. Pêwîst e gelê êzidî jî hêza xwe mezin bike û têkoşîna xwe bilind bike. Hêza me heye, em dikarin xwe biparêzin.