Dayikên çalakgeran: Daxwazên zarokên me daxwazên me ne

Dayikên girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku ew li pişt daxwazên zarokên xwe ne.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven didome. Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, 2 roj in li Baroya Amedê ketine greva birçîbûnê û li ser çalakî û daxwazên zarokên xwe axivîn.

'BI HEZARAN MIROV DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE'

Saciya Dolan diyar kir, kurê wê Agît Dolan ji 2016'an û vir ve dîlgirtî ye û got, divê tecrîd tavilê bê rakirin û grevên birçîbûnê bi dawqî bibe. Dayik Dolan anî ziman, kurê wê ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Gîresûnê di greva birçîbûnê de ye û diyar kir, "Herî dawî dema ku çûm dîtina wî, rewşa wî ya tenduristiyê baş nebû. Moralê wî di cih de bû. Daxwazên zarokên me daxwazên me ne. Eger ew li zindanê van daxwazan dikin wê demê li vî welatî bi rastî jî edalet nîne. Serokkomar hîn jî dibêje 'birayên min ên Kurd'. Gelo biratî ev e? Eger em xwişk û birayê hev bin, wê demê dengê bi hezaran mirovên di greva birçîbûnê de ne bibihîze."

Dolan got, di hevdîtina dawî de wê dîtiye ku kurê wê ji ber çalakiya xwe kêfxweş e û jê xwestiye ku wan meraq neke.

'TECRÎD LI DIJÎ GELÊ ME YE'

Yek ji girtiyên ku ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye Mûhammed Gul e ku li Girtîgeha Tîpa T a Amedê ye. Dayika Gul Nûrten Gul got, "Herî dawî roja Sêşemê pê re axivîm. Dikarim bêjim ku rewşa wan a tenduristiyê qet nebaş e. Kurê min 10 kîlo ji xwe kêm kiriye. Dibêjin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê dest ji çalakiya xwe bernedin. Em li pişt daxwazên zarokên xwe lne. Ji xwe 2 roj in em li Baroya Amedê di grevê de ne. Ji bo piştgiriyê bidin zarokên xwe me dest bi vê çalakiyê kirin. Ji ber ku tecrîd li dijî gelê me ye."

'EM Ê ÇALAKIYÊN XWE BIDOMÎNIN'

Gul destnîşan kir ku divê êdî tecrîd bi dawî bibe û got, "Bila dengê me bibihîzin. Eger tecrîd bi dawî nebe û dengê me nebihîzin, em ê van çalakiyên xwe li deverên cuda bidomînin."