Dayikên Aştiyê gerîlayê YRK’ê Hogir Delîl bi bîr anî

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê tevlî merasîma bîranîna gerîlayê YRK’ê Hogir Delîl bûn û soza xurtkirina têkoşînê dan.

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê tevlî merasîma bîranîna gerîlayê YRK’ê Hogir Delîl (Hadî Rehmanî) ku li gel du hevrêyên xwe di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Asosê şehîd bûbûn, bûn. Dayikan di merasîmê de soza xurtkirina têkoşînê dan.

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 29’ê Cotmeha 2022’yan li çiyayê Asosê gerîlayên wan Dilovan, Bager û Hogir Delîl bûn hedef û şehîd bûn.

Piştî ragihandina şehîdbûna gerîlayê YRK’ê Hogir Delîl malbata wî li gundê Sebedluy a ser bi bajarê Banê merasîmek a bîranînê li dar xist.

Xizmên malbatê, xelkê herêmê û Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê tevlî merasîmê bûn û dilsoziya xwe ya bi malbata şehîd re anîn ziman.

Her wiha dayikên aştiyê dirûşmeya “Şehîd namirin” berz kirin û soza xurtkirina têkoşînê da.