Dayikên Aştiyê: Heta ku em cenazeyên xwe werbigirin em ê rûnên

Dayîkên Aştiyê yên cihê xwe di çalakiya nobeta li Deriyê Sînor ê Sêmalka de digrin, anîn ziman ku îxaneta PDK xwe dispêre dîroka wê û gotin: “Heta PDK cenazeyên şehîdan radest nekin wê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Di kemîna hêzên taybet ên çekdar ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, di operasyona derveyî sînorê Tirkiyê ya di navbera 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfanê ya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, 5 gerîlayên HPG’ê şehîd ketibûn, yek ji wan birîndar bû du gerîlayên HPG’ê sax rizgar bûn. Çekdarên PDK'ê yên ku cenazeyên gerîlayên HPG'ê desteser kirin, 99 roj in cenaze nadin malbatên wan. Malbatên ku dixwazin ji Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Deriyê Sînor ê Sêmalka derbasî Herêma Kurdistanê bibin, ji aliyê hêzên PDK'ê ve tên astengkirin. Dayikên Aştiyê û malbatên gerîlayên HPG'ê li Deriyê Sînor ê Sêmalka di 5’ê Cotmehê kon vedan û dest bi nobedê kirine.

Dayîkên Aştiyê yên cihê xwe di çalakiya nobeta li Deriyê Sînor ê Sêmalka de digrin ji ANF’ê re axivin û anîn ziman ku îxaneta PDK’ê xwe dispêre diroka wê û heta niha timî PDK’ê îxanet li Kurdan kiriye.

‘PDK BI HINCETA ME PAŞDE VEDIGERÎN E’

Dayika Xerma Elî ku ji navçeya Tirbespiyê ye û cihê xwe di nobetê de digre, diyar kir ku ev du meh in çalakî destpêkiriye û sê caran xwestine derbasî sînor bibin lê timî bi hinceta cenaze li aliyê Rojhilatin tu bersiva rast nadin.Dayik Xerma Elî dibêje, PDK naxwaze cenazeyê gerîlayên me bidin me ji bo ku îxaneta wan îspat nebe. Ji dîrokê heta roja îro PDK îxanetê li gelê Kurd dike û di encama vê îxanetê de jî gelek gerîla şehîd ketine. Ez bang li tevahiya Kurdan dikim ku ji bo cenazeyê gerîlayên me rabin li ser lingan û zextê li PDK’ê bikin. Tenê daxwaza me yekitiya neteweyî ye. Rêya ku pêşî li îxant û dagirkeriyê bigre jî yekitî ye.”

‘EZ WEKE JINEK EREB CENAZEYÊ GERÎLAYÊN XWE DIXWAZIM’

Dayika Umeye Hesen El Hebîb ku ji pêkhateyên Ereb yê navçeya Tirbespiyê ye jî got, “Ji bo k PDK cenazeyên gerîlayên me radestî me bike, ez weke jinek Ereb tevlî çalakiyê dibim. Radestnekirina cenazeyên gerîlayên me îxaneta herî mezin e.”

‘PDK TIMÎ DI NAVA ÎXANETÊ DE YE’

Dayika Caziye Hewran jî destnîşan kir ku ew di çalakiya rûmetê de ne û got: “Ev du meh in em cenazeyên gerîlayên xwe dixwazin. PDK li dijî gelê Kurd timî di nava îxanetê de ye, ev ne îxaneta yekemîne û ne jî duyemîn.”

‘PDK TÊ LÎSTIKA DIJMIN’

Di berdewama axaftina xwe de dayika Caziye Hewran qala şehîdkirina birayê xwe yê di sala 1990’an û bi 24 hevalên xwe re bi destê PDK’ê hatibû şehîdkirin û ev tişt got: “Ji wê rojê heta niha cenazeyên me radestî me nekiriye. Dijmînê xaka Kurdistanê ji bo Kurdan ji hev cuda bike piştevaniyê dide PDK’ê û PDK jî tê lîstika wan.”

‘PDK’Ê ŞENGAL RADESTÎ ÇETEYAN KIR’

Hewran bal kişand li ser îxaneta PDK’ê ya di wextê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengalê û wiha pê de çû: “12 hezar pêşmergeyên PDK’ê Şengal axa me ya pîroz radestî çeteyên DAIŞ’ê kir. Ji ber vê îxaneta PDK’ê jinên Kurd ên Êzîdî li bazaran hatin firotin, qetilkirin û niha jî eqûbata hezarn keç û jinên me ne diyare. Ev îxanet tu carê li pêş çavê Kurdan naçe. Tevahiya cîhanê dît ku PDK’ê îxanet li civaka Êzîdî kir. Şengal bi xêra raman û felsefeya Rêber Apo ku di nava cîhanê belav bûye rizgar bû û bi vê ramanê êdî civaka Êzîdî nayê xapandin û wê îxanetkaran tu carê ji bîr neke.” 

‘BILA PDK DESTÊ XWE JI XWÎNA KURDAN BIKÊŞE’

Dayika Caziye Hewran di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya Kurdan kir û got: “Kurdekî birûmet destê xwe dirêjî dijmin nake, wê fikir û ramanên azad yên Rêber Apo ku hemû netew û pêkhateyen li nav xwe dihewîne esas bigre. Ez bang li PDK’ê jî dikim ku bila destê xwe ji xwîna Kurdan bikêşe û hewl nede ku Kurdan bikêşe aliyê xwe yê îxanetê, ji ber ku Kurd ne Kurdên berê ne.”