Dayikan êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin
Dayikên Aştiyê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û peyama “Em ê bi ruhê Kobanê, Rojava biparêzin” dan.
Dayikên Aştiyê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin û peyama “Em ê bi ruhê Kobanê, Rojava biparêzin” dan.
Meclîsa Dayikên Aştiyê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, proesto kirin.
AMED
Çalakî li ber avahiya Meclîsa Dayikên Aştiyê ya li Amedê hate lidarxistin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û nûnerên rêxistina civakî ya sivîl jî, beşdar bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bi ruhê Kobanê, em ê Rojava biparêzin” hate vekirin û dirûşmeya “Em şer nexwazin, aştiyê dixwazin” hate berzkirin.
Dayika Aştiyê Raîfe Ozbey diyar kir ku çete li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî ku bêje jin, zarok û kal, gelan ji cihên wan dike û sivîlan qetil dike, dîl digire.
Parlamentera DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî banga rawestandina şer kir û destnîşan kir ku bi şer jin û gel tên hedefgirtin.
ÊLIH
Li Êlihê li ber Navenda Kar a Nasiroglû çalakî hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî, beşdarî çalakiyê bûn.
Dayika Aştiyê Meyaser Akdag wiha got, “Çima ev qas xwîna mirovan, erzan bûye, çima ev komkujî? Ji ber ku gel nabin yek, ev qas xwîn dirije. Bêdengî koletî ye. Ev koletî rê li ber komkujiyên nû vedike. Eger aştiyeke bi rûmet tê xwestin, bila biçin Îmraliyê. Ji ber ku Îmralî ji bo hemû gelan, hêviya aştî û jiyaneke bi rûmet dide.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” bi dawî bû.
ŞIRNEX
Li navçeya Silopî ya Şirnexê li ber avahiya DEM Partiyê çalakî hate lidarxistin. Rêxistinên navçeyê yên DBP û DEM Partiyê beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin û bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” hate berzkirin. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Asya Tay diyar kir ku dewletên ku mafên mirovan diparêzin û alîgirê demokrasiyê ne, divê li dijî van êrîşan deng derxînin.
Dayika Aştiyê Emîne Alkiş jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrîşan da.
Li Cizîrê jî li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hate dayîn. Dayika Aştiyê Hatîce Baytur li vir axivî û bang li her kesê kir ku li dijî van êrîşan, berpirsyarî bigire ser xwe.
MÊRDÎN
Li Mêrdînê jî li ber avahiya DEM Partiyê ya bajêr çalakî hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û jin jî beşdarî çalakiyê bûn. Dayika Aştiyê Halîme Kaya bang kir ku dawî li tecrîda li ser Rêber Apo were û divê ji bo aştiyê, gav bên avêtin. Halîme Kaya got, “Destê xwe ji Rojava bikêşin. Rojava ne bi tenê ye. Rojava ya me ye. Çeteyên xwe ji Rojava vekişin.”
Halîme Kaya got, “Bila her kes destê xwe ji bo aştiyê dirêj bike.”
WAN
Daxuyanî li ber Navenda Kar a Ozgul Center a Wanê hat dayîn. Di çalakiyê de wekîl, şaredar, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kes amade bûn.
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya daxuyanî da û got, "Em êrîşên li hemberî Rojava şermezar dikin û qebûl nakin. Em dizanin ev êrîş ji aliyê kî ve hatiye kirin. Dewleta Tirk li Rojava çi dike? Divê di zûtirîn demê de ev êrîş bên rawestandin û rêya aştiyê bê avakirin."
Dayika Aştiyê Rabîa Algor jî got, "Ya ku li hemberî gelê Rojava tê kirin zilm e. Em vê zilmê şermezar û lenet dikin. Rojava ya Kurdan e. Rojava ne aîdî DAÎŞ û Tirkiyeyê ye."
GEVER
Daxuyanî li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya li navçeyê Gever a Colemêrg hat dayîn. Li vir jî Dayika Aştiyê Gulbeyaz Mihçi daxuyanî da û êrîşên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin şermezar kir û got, "Ji aliyek aştî û ji aliyek kûrkirina şer nabe. Rêya aştiyê ji Îmraliyê derbas dibe."
AGIRÎ
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê jî li avahiya DEM Partiyê ya Agiriyê hatin ba hev û êrîş şermezar kirin. Hevserokê DBP'ê yê Agirî Hîkmet Adiguzel ku li vir daxuyanî da, diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê re li ser bingeha azadiya jinê jiyanek hatiye avakirin û ev avabûn îlham daye têkoşîna jinan a cîhanê. Adiguzel, da xuyakirin ku Tirkiye û komên wê yên paramîlîter armanc dikin van destketiyan ji holê rakin û wiha got, "Em bang li hemû aliyan dikin ku di têkoşîna Rojhilata Navîn a aştiyane de bi Rojava re di nava piştevaniyê de bin û nirxên mirovahiyê biparêzin."
ÎZMÎR
Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya bajêr a Îzmîrê daxuyaniyek dan. Dayika Aştiyê Cemîle Aydin a daxuyanî da got, "Eger Erdogan û Bahçelî qala aştiyê dikin, çima operasyonên xwe dewam dikin? Bila hişê xwe bigirin serê xwe û ji bo berjewendiya gelên Tirk û Kurd rûnên û dawî li vê zilmê bînin. Lê çiqas em dibêjin aştî bombeyan bi ser me de dibarînin û leşkerên xwe dişînin Rojava. Çeteyên ku li gelek deverên cîhanê bi rêxistin dikin dişînin ser Kurdan. Divê gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike."