Dayika Sêvê Demîr kete ber lêpirsînê
Dayika ji cangoriyên xwerêveberiyê Sêvê Demîr, Sakîne Demîr kete ber lêpirsînê û ji bo îfadeyê bang lê kirin.
Dayika ji cangoriyên xwerêveberiyê Sêvê Demîr, Sakîne Demîr kete ber lêpirsînê û ji bo îfadeyê bang lê kirin.
Sêvê Demîr yek ji 3 jinên Kurd ên siyasetmedar bû ku li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de 4 Çileya 2016'an hate qetilkirin. Dayika Demîr Sakîne Demîr kete ber lêpirsînê.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de ya li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), biryara girtina Sakîne Demîr hate dayin. Demîr îro li Edliyeya Şirnexê îfade da.