Dayika Reqayî: Hûn ê zarokên min jî rizgar bikin?

Yek ji malbatên di qonaxa duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de hatin rizgarkirin malbata El Xanim e. Pirsa ewilî ya dayika El Xanim ev e, "Gelo hûn ê zarokên min jî rizgar bikin?"

Xaniye El Xanim ku ji destpêka sala 2015'an û vir ve ti agahiyê ji zarokên xwe nagire, di operasyonên rizgarkirina rojavayê Reqayê de me ew nas kir.

Pira destpêkê ya Xaliye El Xanim ev e, 'Hûn ê zarokên me jî rizgar bikin?"

Şervanê QSD'ê yê li kêleka min ji Xaliye El Xanim a 66 salî re dibêje 'Belê, em ê zarokên wek jî, hemû gel jî rizgar bikin'. Piştre em dîsa çûn cem wê û me jê re got, em ê hev bibînin û ji cem çûn.

Piştî sê rojan me berê xwe dan gundê Hemra û li deriyê maal Xaliye El Xanim xist. Piştî ku me çayek wê vexwar, me dest bi sohbetê kir.

Xaliye El Xanim ji gundê Hemra yê li rojavayê Reqayê ye. Anî ziman, ku çeteyên DAIŞ'ê bi gelek îdîayan kurên wê sûcdar kirine, li ser wan ferman derxistine û berî 2 salan ew revandine.

El Xanim diyar kir, mala wan a li navenda Reqayê ji aliyê çeteyan ve hatiye desteserkirin û got, "Ji bo mala me bidin me, ez çûm cem çeteyan. Serçeteyekî xwest pere bide min. Min ev daxwaza wî qebûl nekir. Li ser vê yekê li min xist û bi zorê ji malê derxist."

Xaliye El Xanim da xuyakirin, ku ji ber vê yekê ew li mala xwe ya li gundê Hemra bi cih bû û bi vî rengî qala jiyana malbata xwe ya berî û piştî şer kir: "Berî şer xwaringeheke me hebû. Rewşa me ya madî gelekî baş bû. Lê belê piştî ku şerê navxweyî di sala 2011'an de dest pê kir, jiyan li me herimî.

Di dema şerê navbera rejîma Baasê û komên çete yên weke El Nûsra de, bombe li restoranta me hate berandin û bi temamî hilweşiya. Yekane çavkaniya me ya derbarê ew restorant bû. Rewşa madî ya malbata me roj bi roj nebaş bû. Û şerê ku jiyan li her kesî tarî dikir, kêlî bi kêlî giran dibû.

Zarokên min Mistefa û Hemûde li restoranteke li taxeke nêzî navenda Reqayê dest bi kar kirin. Zarokên min Mistefa û Hemûde 2-3 rojan carekê ji navenda Reqayê derdiketin û dihatin gundê Hemra yê li rojava ji bo me ziyaret bike. Bi xwe re pereyê qezenç dikirin danîn û datanîn vir. Mistefa û Hemûde gava herî dawî hatin ji min re gotin, ku çeteyên DAIŞ'ê wan aciz dikin.

Ji wê rojê ve ez ji bo her du zarokên xwe tirsiyam. Min ji wan re got, bila li malê rûnên û nexebitin. Lê belê zarokên min gotin 'Dayê divê em bixebitin' û ji malê derketin. 3 roj derbas bûn, lê zarokên min nehatin malê. Li ser vê yekê ez ketim nava tirs û fikaran."

El Xanim anî ziman, ku ji wê hebû zarokên wê li karê xwe ne û wiha dewam kir: "Min digot, wê sibe bên. Lê roj di ser re bihurîn, nehat. Tirs û fikara min zêde bû. Û min agahî şand ji restoranta lê dixebitin û pirsî bê Mistefa û Hemûde li ku ne. Xwediyê restorantê got, ev 5 roj in nehatine.

Min jî dest bi lêkolînê kir, ji derdorê pirsî. Xwediyê dikaneke nêzî restoranta lê dixebitîn, bi dizî hat cem min û ji min re got, ku wî ew dîtiye. Xwediyê dikanê got, li kolaneke nêzî dikana wî, çeteyên DAIŞ'ê bi lêdanê ew li wesayîtekê siwar kirine û birine."

Xaliye El Xanim ev 2 sal in ji zarokên xwe yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine revandin, agahiyê nagire. Ji ber dagirkeriya DAIŞ'ê ji tirsa nekarî li aqûbeta zarokên xwe jî bipirse. Lê belê bi dizî li zarokên xwe geriya.

El Xanim di dawiya dawî de bihîst ku zarokên wê li Reqayê di zîndana çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtî ne.

Xaliye El Xanim anî ziman, ku ji bo rizgarkirina zarokên wê hêviya wê şervanên QSD'ê ye û diyar kir, ku ew dixwaze demek ji ya din zûtir Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê were paqijkirin û zarokên wê azad bibin.