Dayika Muradî: Wê werin darvekirin, werin hewarê!

Derbarê grtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Luqman Muradî biryara darvekirinê dan. Dayika Muradî got, ‘’Bi hewara me ve werin, derkevin qadan’’.

Girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Luqman ku biryara darvekirinê li ser wan hate standin, 5’ê Îlonê ji Girtîgeha Recaî Şehr hatin derxistin û ew birin hicreyên yek kesî.

Zanyar Muradî, dema ku birayê xwe dîtî, got rejîma Îtlahatê Şemiyê, sibehê wê li gel Luqman wan dar ve bikin.

DAYIKA MURADÎ: HEWAR E!

Dayika Muradî li dijî biryarê got:

‘’Gelê Kurd ê bi şeref ên li çar parçeyên Kurdistanê, çalakvanên mafê mirovan, aliyên siyasî û welatiyên Mêrîwanê, kurê min Zanyar Çarşemê birin girtîgeha leşkerî. Zanyar ji wê rojê ve dest bi girêva birçîbûnê kiriye. Gotiye, Şemiyê wê werin darvekirin. Ez tika ji we dikim, bi hewara me ve werin. Komara Îslamê têr nebû ku hevserê min kire terör. Niha jî dixwaze xwîna kurê min vexwe. Bi hewara me ve werin, dakevin qadan.’’