Dayika li ber sirûda Tirk ranebû ser piyan hat binçavkirin

Dayika lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin, Fatma Aydin bi hinceta ku di dema maçê de sirûda Tirk hat xwendin ranebû ser piyan, hat binçavkirin.

Amedspor ku di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê de ji bo şampiyoniyê têdikoşe, di hefteya 12’emîn a lîgê de li sehaya xwe bi Etîmesgut Belediyesporê re lîst.

Maç, li Stadyuma Tahîr Elçî hate lîstin û bi hezaran alîgirên Amedsporê jî piştgirî dan tîma xwe. Dayika lîstikvanê Amedsporê Oktay Aydin, Fatma Aydin bi hinceta ku di dema maçê de sirûda Tirk hat xwendin ranebû ser piyan, hat binçavkirin.

Fatma Aydin piştî karên li midûriyeta polîsan hat berdan.