Dayika Hatîce: Kurên min mîrateyeke bi şeref ji min re hiştin

Dayika Hatîce ku du kurên wê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan got, "Belkî ne li ber çavê min in, lê zarokên min ev şeref dane min. Ez bawer im, ku xwîna wan wê li erdê nemîne, têkoşîna wan wê nîvco nemîne."

Li wan xakan ku tiyê azadiyê ne dawî li çîrokên lehengiyê nayê. Her çîrok çîrokeke dî vedike, weke Çûkê Sîmir ê ku xwe ji xweliyê xwe afirandî.. Li Kurdistanê her bûyer mirov dibe nemiriyeke rikdar. Çîrok di rastiya xwe de dawîbûnê qebûl nakin û rehikên xwe berdidin bi kûrahiyê ve û dîsa vedijînin vînê.

Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de, di du demên cuda yên dîrokê de berxwedana du birayan. 'Herekol Çiyazan ku salên 90'î ketî pey heqîqetê û di rêya azadiyê de şehîd bûyî û piştre, niha jî bi heman navî, birayê ku têkoşiyayî, yê wêrek, dilê birayekî yê ku hişk bi birayê xwe ve girêdayî...

Hatîce Aydin çîroka du kurê xwe yê ji Geverê ber bi Qendîlê; ji wir jî ber bi berxwedana Geverê ve ku di ber azadiyê de navê xwe li dîrokê nivîsandin ji ANF'ê re vegot.

'AŞIQÊ RÊYA XWE, ÇIYAYÊ AZAD BÛ'

Herekol Çiyazan (Engîn Aydin) di wan deman de ku Têkoşîna Azadiya Kurd aj dida, 1976'an tê dinê. Dayik Aydin çîroka Herekol wiha dibêje:

"Kurê min Herekol xwedî dilekî paqij bû. Bi destê her feqîrekî digirt. Di perwerdehiya sîstemê de nakokî dît, ji bo vê jî dest ji dibistanê berda û dest bi kar kir. Hingî zîrek bû, di demeke kurt de li atolyeyeke sanayiyê bû hosta. Pir zîrek bû, ji her karî fêhm dikir. Pariyê xwe dida hevalê xwe. Ji ber ku hurmet dida malbat û derdorê pir dihate hezkirin. Ranedigirt ku êşê bidin gelê wî, neheqî qebûl nedikir û ji bo vê jî pir diêşiya. Êşên Kurdan dilê wî diêşand.  Ji bo ku ev êş bi dawî bibin tim diponijî. Rihê wî yê ku li pey heqîqetê diçû, kir ku Têkoşîna Azadiya Kurd nas bike. Ev têkoşîn weke têkoşîneke bi şeref didît û pir girîngî didayê. Digot an divê mirov jiyaneke azad bijî an jî li van xakan, di vê rêkê de mirov têbikoşe. Aşiqê rêya xwe, çiyayên azad bû."

'SALÊN 90'Î JÎ XWEDÎ GIYANEKÎ WIHA YÊ BERXWEDÊR BÛ KU QET NEDITIRSIYA'

Dayika Hatîce dibêje ji bo ku zezta dewletê li ser wan pir hebû kurê wî dest bi têkoşîna çekdarî kir û wiha domand: "Salên 90'î jî weke niha zexteke giran ya dewletê li ser Kurdan hebû. Lê li gel vê jî xwedî giyanekî berxwedêr ê bêtirs bû. Her gav her tişt dikare bibe û dibe jî. Helwesta kurê min Herekol jî li gorî pêvajoyê digihaşt. Qet ji bîr nakim, rojekê êvarî dema ku ji kar hatibûm malê, rûnê mekîneya ku li kar dişixulî bi bestika wî ve bûbû. Min got li ser qutikê te rûn heye, ji xwe bike ez bişom. Ji ber ku dizanîbû deqa rûn zû derbas nabe, nehiştibû ku ez bişom û mijar birîbû ser tiştekî dî. Dema ku ez bi ser de çûm, got, "Sibe ez ê biçim taziyeyekê, wê demê ez ê hemûyan ji xwe bikim û hemûyan bi hev re biguherim."

Batekî li min xistibû, sermayê ez girtibûm. Wî kêm got lê min gelek tişt fêhm kir û piştî demek kurt, 1993'yan berê xwe da wan çiyayan ku aşiqî wan bûbû û tevlî nav refên PKK'ê bû. Çûna wî ez qet şaş nekirim. 1994'an pê  hisiyam ku li Zagrosan e. Piştî bi çend salan wêneyî wî hatin ber destê min. Dema ku min li wêneyên wî jî dinerî wek ku bi min re diaxivî. Kêfxweş bû û dikeniya. Herekol, piştî tevlêbûna xwe bi 7 salan, 21'ê Kanûna 2000'î li Başûrê Kurdistanê, li Qeladizê şehîd bû. Gora kurê min li Goristana Mehmet Karasûngur e."

'PIR DIŞIBIYAN HEV'

Dayika Hatîce digot zarokên wî pir dişibiyan hev û digot: " Kurê min ê navîn Ersîn Aydin (Herekol) 2'yê Tebaxa 1978'an li Geverê hate dinê. Pir dişibiya birayê xwe yê mezin Herekol. Wî jî piştî dibistana seretayî dev ji kar berda û des bi kar kir. Ew jî weke birayê xwe li atolyaya hesinkaran hosta bû. Ersîn pir henekoyî û şên bû. Têkiliya wî ya bi mirovan re pir xweş bû. Di nav hevalên xwe de mînak dihate nîşandan."

'BIHÎSTYAR Û HESAS BÛ'

'Dema ku tiştek dihate ziyankirin pir li zora wî diçû. Ev di jiyana xwe de jî nîşan dida, rojê tenê danekî xwarin dixwar. Hurmetdarekî ecêb bû. Min rojekê jî li malê ew bi atlêt nedît. Pir li ser min dilerizî, tehmûl nedikir ku ez biêşim. Rojekê Ersîn pirzikeke li ser milê xwe bi emelîatê biribû. Ji ber ku min birîna wê meraq dikir min pir xwest bibînim lê ji ber ku ez pê neêşim şanî min neda. Zarokekî ev qas bihistyar û hesas bû. Ji roja ku tê bîra min tim ji meqarna hez dikir û tim dixwest meqarna jê re çêbikim. Lê demên dawî xwarin ji hev venediqand û çi dihate ber dixwar. Berê cilên xwe her roj diguherand lê demên dawî çend rojan carekê. Ji ber ku pir  difikirî weke ku êdî ji bîr dikir."

'TIŞTA KU HERÎ MEZIN WÊ BI SERÊ MIN BIHATA'

Li gorî dayika Hatîce, bi şehîdbûna Herekol re êdî birayê wî jî biryara xwe dabû:

'Ersîn pir girêdayî birayê xwe  Herekol bû. Şehîdbûna birayê wî, ew pir xemgîn kiribû.Piştre min pê derxist ku Ersîn guherî ye. Demeke dirêj bêdeng ma.  Pêşî her tiştê xwe bi me re par ve dikir lê piştre tenê tiştên rojane bi me re par ve dikir. Ev jî dema ku me zor lê dikir bi me re par ve dikir. Li gel ku ji me re negotibû jî me dizanîbû ku di nav karê partiyê de ye. Piştre çend caran em li hev rûniştin û axivîn. Min gotê,' birayê te ji bo gelê xwe, xaka xwe têdikoşî û şehîd bû. Ez bi serbilind û serfiraz im. Lê ya min dilê dayikê ye, pir pê diêşim jî. Ez pir bi vê diêşim. Ne ji ber êşê lê ez dibêjim gelo ez dikarim rewşeke dî ya wiha ragirim, ew qeweta min heye, ji bo vê bi vê nizanim ditengijim. Rêya te rêya rast e dizanim. Rêya te rêya gel e, ez bi vê jî dizanim. Em Kurd in û weke Kurd hatine dinyayê, ti kesek nikare vê înkar bike û biguherîne. Ez ditirsim ku tiştek bi serê te were. Wî jî got, "tişta herî mezin a ku bi serê min were wê şehîdbûna min be, ew jî ji ber wê sedemê ye ku ku ez di rêyeke rûmetdar û bi şerf de dimeşim wê bi serê min were."

 'TÊKOŞÎNA BIRAYÊ WÎ LI SER BÛ'

Dayika Hatîce digot li ser kurê wê tim zexta dewletê hebû û ji bo vê jî berxwedan jê re ferz bû:

"Beriya berxwedana Geverê ji ber çalakiya Ersînê 6 rojan di bin çav de mabû. Piştre agahî hat ku dadgehê biryara cezakirina 6 salan dayê. Ango tim zext li ser kurê min Ersîn hebû. Li Geverê piştî ku xwerêveberî hate ragihandin berxwedanê dest pê kir. Li gel ku li gund mala me hebû jî me bajarê xwe, taxa xwe, mala xwe berneda. Tevahiya berxwedanê em ji mala xwe derneketin. Kurê min Ersîn jî li dijî vê zilma dewletê bi hemû hebûna xwe têkoşiya û tevlî nav refên YPS'ê bû. Gevere kete nav şerekî ku bi heftiyan dom kir. Berxwedana ku destpêkê bi sê taxan dest pê kir li hemû bajêr belav bû. Kurê min Ersîn kêm jî be carinan dihate taxa me, moral dida me û bawerî dida. Got, "Êdî ez ê jiyana xwe ne bi navê Ersîn, bi navê birayê xwe Herekol jiyana xwe, têkoşîna xwe bidomînim" Têkoşîna Herekol li ser hebû, êdî navê wî jî li xwe danîbû. Jixwe weke ku destpêkê jî min gotî, pir pê ve girêdayîbû û karekterê wan jî pir dişibiya hev.

'KURÊ MIN LI NEXWEŞXANÊ ÎNFAZ KIRIN'

Dayika Hatîce roja şehîdbûna kurê xwe wiha dibêje: 'Piştî şehîdbûna Memyan bi 20 rojan ku yek ji navê pêşeng ê berxwedana Geverê bû û şehîdê me yê pêşîn bû, şer dîsa giran bû. Gelê Geverê taxa xwe neterikandibûn û destek didane berxwedanê. Hewa jî sar..

'KURÊ MIN LI NEXWEŞXANÊ ÎNFAZ KIRIN'

Dayika Hatîce roja şehîdbûna kurê xwe wiha dibêje: 'Piştî şehîdbûna Memyan bi 20 rojan ku yek ji navê pêşeng ê berxwedana Geverê bû û şehîdê me yê pêşîn bû, şer dîsa giran bû. Gelê Geverê taxa xwe neterikandibûn û destek didane berxwedanê. Hewa jî sar dibû û me hîs dikir ku di nêz de wê ber jî bibare. Di berêvariyeke wan rojan de kuerê min Herekol li taxa Qijlê bi çeka giran a panzêrê birîndar dibe. Ji bo ku bikeve cihekî ji xwe re bibîne, li gel ku pir xwîn jê diçû jî têra xwe bi xijxijînê çûbû. Piştre hevrêyên Herekol wî dibin. Dengê qêrîna jin, zarok, zilaman tevlî nav dengê çekan dibûn. Wê şevê ji min weye ku ez li agirekî me. Ez pir qilqilîm û neviyên min ên biçûk jî pir ditirsiyan. Çend caran birayê biçûk ê Herekol xwest derkeve derve lê ji bo ku şer giran bû nikarîbû. Piştî dengê çekan qut bû, telefonek hate û hate gotin Herekol birîndar bûye. Li taxa me ji bo ku şer giran bû me nikarîbû em derkevin lê gelê taxê Herekol rakiribûn nexweşxaneyê. Herekol piştî ku rakirin nexweşxanê bi çend saetan, 8'ê Kanûna 2016'an şehîd bû.Bi min li nexweşxanê înfaz kirin. Ji ber ku ajokarê wesayita ku kurê min birî nexweşxanê jî êşkence lê hatibû kirin û hatibû girtin. Ez carinan dibêjim, xwezî kurê min ranekirina nexweşxanê lê li eniya ku têdikoşiya şehîd biba. Tam weke kurê min Herekol Çiyazan, li cihê ku têdikoşiya."

'EM SERBILIND IN, EW Ê BIFETISIN'

Dayika Hatîce Aydin, bi şehîdbûna du kurê xwe serbilind:

"Heta ku me ji nexweşxanê cenazeyên xwe birin gelek êş bi me dane kişandin. Bi girseyeke mezin ku di nav wan de hevşredar, hevserokên partiyê jî hebin, li goristaneke Taxa Ormanê me kurê xwe veşart. Piştî ku kurê min şehîd bû min fêhm kir ku pir jê tê hezkirin. Ji ber ku gelek kesên ku hatin ser taziyeya kurê min gotin. Ma çi negotin? Her kesê ku têkildarî wî axivî, çi dayik, ciwan, yixtiyar bin, digotin gelek desteka wî ya madî û manewî ji bo wan kiriye. Ez a ku tim bi kurê xwe şanaz bûm, careke dî pê şanaz ûm. Belkî ne li ber çavê min in lê ev şeref dane min. Ez bawer dikim ku xwîna kurê min wê li erdê nemîne û têkoşîn wê nîvco nemîne. Ji ber ku malbata min û gelê Kurd ê ku bi salan e di bin zexta dewleta faşîst de ye, bi kîn û êşan tije bûye. Sîsemê bi zorê kîn bi me re çêkr. Ên ku ev kîn çêkirin wê di nav de bifetisin."