Dayika Dilşa: Kurê min mîna navê xwe Dijwar û Şiyar bû
Dayika endamê YPS'ê Dijwar Şiyar Dilşa Tarlak, ku li ser sînorê Rojava ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kuştin, qala jiyan û têkoşîna kurê xwe kir.
Dayika endamê YPS'ê Dijwar Şiyar Dilşa Tarlak, ku li ser sînorê Rojava ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kuştin, qala jiyan û têkoşîna kurê xwe kir.
Dijwar Şiyar, ku demeke kurt beriya Newroza 92'an li Nisêbînê ji dayik bû, par di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest da. Dayika endamê YPS'ê Dijwar Şiyar Dilşa Tarlak, ku li ser sînorê Rojava ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat kuştin, ji ANF'ê re qala jiyan û têkoşîna kurê xwe kir.
Dijwar Şiyar (Şiyar Tarlak), di Sibata sala 1992'an de li navçeya nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bû. Ji malbateke welatparêz a ji 9 zarokan e.
'DILSOZÊ ÇAND Û ZIMANÊ XWE BÛ'
Dayik Dilşa Tarlak a 55 salî destnîşan kir, ku kurê wê mîna navê xwe bû û qala çîroka kurê xwe kir: "Kurê min Dijwar di Sibatê de li Nisêbînê ji dayikbû. Pitikekî gelekî şîrîn bû. Gelekî cuda bû û ev cudabûna xwe hem li nava malbatê hem jî li derveyî malbatê nîşan dida. Rûyê wî û dilê wî her tim li ken bû. Gelekî dilsozê hevalên xwe û derdora xwe bû. Tevî ku diçû dibistanê jî, her tim li zimanê xwe yê dayikê difikirî. Ji ber vê yekê girîngî nedida perwerdeya sîstemê. Lewma piştî wextekê dest ji vê perwerdeyê berda. Di nava karê ciwanan ê partiyê de cih girt. Bala wî gelekî li ser çand û zimanê dayikê bû. Ji her kesên li derdora re qala vê vê dikir. Kurê min mîna navê xwe Dijwar û Şiyar bû. Her tim pêşeng bû û gava destpêkê wî davêt."
'TI CARÎ DOZA XWE NETERIKAND'
Dayik Dilşa Tarlak anî ziman, ku Dijwar ji ber ku tevlî çalakiyan bû li Nisêbînê hat binçavkirin û di dema dadgehê de, tevî israra parêzer jî wî bi zimanê Kurdî parastina xwe kir. Tarlak diyar kir, dadgehê biryara girtina kurê wî da û bi qasî 2 salan li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat girtin.
Dayik Tarlak diyar kir, piştî ku Dijwar ji girtîgehê derket wan ew bir hin bajarên cuda û got, "Lê belê Dijwar ti carî xwe ji têkoşîna xwe venegirt. Ti carî dest ji doza xwe û baweriya xwe berneda. Her tim hê bêhtir xwe lê girt."
Tarlak anî ziman, ku piştî derketina Dijwar a ji girtîgehê, emrê wî yê leşkeriyê hatibû û tevî israra wan jî ew li dijî çûyîna leşkeriyê derket. Parlak got, "Ne deh meh, rojek tenê jî be ez ê ti carî leşkeriyê nekim."
'EZ Ê DEST JI AX, BAJAR Û MALA XWE BERNEDIM'
Dayik Dilşa ragihand, Dijwar piştî ku hovîtiya hêzên dewletê ya li Nisêbînê dît, tevlî nava refên YPS'ê bû û got, "Li Nisêbînê, beriya destpêkirina qedexeyê ez li Bodrûmê li cem kurê xwe yê mezin bûm. Dijwar jî ji bo serdanê hatibû Bodrûmê. Kekê wî got, 'rojekê yan jî mehekê bêje, ku em dawetê çêbikin'. Ji ber ku pêvajo dişopand digot, 'ferman jî rabe, em niha dawetê nakin. Niha bisekinin'. Digot 'ez ê bidin ser şopa tişta lê difikirim, tişta ku xeyalê wê dikim'. û piştî demeke kurt vegeriya Nisêbînê. Piştî ku Dijwar vegeriya Nisêbînê dorpêçî û qedexeya dewletê dest pê kir. Dijwar rewşa Nisêbînê û gelê Nisêbînê dît. Ji bo vegere Bodrûmê me bang lê kir, lê wî got, 'çi dibe bila bibe ez ê ti carî axa xwe, bajarê xwe, mala xwe, ji yana xwe neterikînim'. Û li Nisêbînê ma. Got, 'Ez ê ji bo axa xwe, ji dil têbikoşim'."
'EM Ê NISÊBÎNÊ AZAD BIKIN'
Dayika Dilşa diyar kir, tevî ku bavê wî pê re axivî jî venegeriya û li şûna destgiriya xwe û malbata xwe, berê xwe da têkoşînê. Dilşa Tarlak got, "Berxwedana li Nisêbînê weke berxwedana şeref û namûsê didît û ji bo parastina gel û doza xwe derneket. Digot, 'Ez ê Nisêbîna xwe ji kesî re nehêlim û em ê Nisêbînê azad bikin. Heta ku azad nekin, ez ê jê dernekevim'."
'MIN JI TELEVÎZYONÊ BIHÎST KU KURÊ MIN ŞEHÎD BÛYE'
Dayika Dilşa got, "Min ji televîzyonê bihîst ku kurê min û 17 hevalên wî şehîd bûne. Di televîzyonê de hat gotin, 18 kes dema hewl didan ji sînor derbas bibin, ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Min hîs dikir ku kurê min dibe ku di nava 18 kesan de be. Ez li kurê xwe yê mezin geriyam û min jê re got. Piştî demeke kurt hat û ji bo zelalkirina rewşê em axivîn. Piştî demeke kin wêneyên wî di înternetê de hat wweşandin. Li ser vê yekê me berê xwe dan Mêrdînê. Me bihîst ku cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Em çûn nexweşxaneyê, ji bo teşxîsê 2-3 saetan em sekinîn. Bi rapora otopsiyê re tespît bûbû bê kî ye û ji me re hat gotin. Ji ber ku ez bi Tirkî nizanim, min fêhm nekir. Dema ku bihîst, hêstir ji çavên kekê wî hat xwarê. Êdî min her tişt fêhm kiribû. Piştre cenaze nîşanî min dan. Heta sînga wî hatibû vekirin. Piştî ku min dît kurê min e, min ew hembêz kir, û zincîra kîsê cesed heta dawiyê vekir. Lê nehiştin. Ji ser hişê xwe çûbûm, digiriyam. Min eniya kurê xwe maçî kir. Bi zorê ez ji cem cesedê kurê min birin."
'EM Ê CENAZEYÊ KURÊ MIN BÎNIN NISÊBÎNÊ'
Dayik Dilşa anî ziman, ji ber qedexeyê ew neçar man cenazeyê kurê xwe li gund veşêrin, lê belê ew ê çi zû çi jî dereng, cenazeyê kurê xwe bînin Nisêbînê û li wir veşêrin.
Dayika Dilşa diyar kir, ew ji ber kurê xwe serbilind e, wî rêya şeref û namûsê hilbijart û ew ê jî heta dawiya emrê xwe li ser şopa wî be.