Dayika Asya Yuksel çû ser dilovaniya xwe

Dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bû, Emîne Urun çû ser dilovaniya xwe.

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel, 14'ê Kanûna 2015'an li navçeya Cizîrêya Şirnexê di dema "qedexeya derketina derve" de ji aliyê hêzên rejîma Tirk ve hatibû kuştin. Dayka Yuksel Emîne Urun, ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyeke li Êlihê, lê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Urun birin Qilabanê.

Cenazeyê Urun wê li goristana taxa Ozelliyê li ber gora keça wê Asya Yuksel û kurê wAê Necmettîn Urun ê sala 1996'an hate kuştin, bê veşartin.

Urun di dema berxwedana xwerêveberiyê de li Cizîrê li cenazeyê keça xwe digeriya û ew wêneyê wê ku di nava xirbeyên xaniyan de li keça xwe digeriya hatibû kişandin, di bîra mirovan de mabû.