Dayika me ya serbilind: Dayika Asya

Tu gumanên Dayika Asya li doza Axînê tune, ji ber wê ew hê jî hêvîdar e. Ji ber vê ye ku dijminê telew hewl dida bedena Axînê ya ku li çiyayan hil nedihat bixin nava qutiyekê.

Dayika Asya bi serbilindî dipirse: “Hê kula dilê min germ we çima cenazeyê keça min neda min?” Dibim şahidê hemû xemlên çanda Koçeran a berxwedêr li ser rûyê dayikeka ku ev 5 sal in  bi hêvîya cenazeyê keça xwe dijî. Ev minêkarîyeka mezin e. Ez dixwazim destên wê  maç bikim û deynim ser serê xwe. Destên ku Axîn li ber mezin bûne, êdî ew niha destên dayîkeka şehîdekê ye, ma tiştekî ji vê pîroztir heye? Maçîkirina destan têrê nake dixwazim dilê wê  bineqşînin nava dilê wê.

Piştre ez dûr û dirêj li wêneyê Axînê yê di reşkên çavê wê de kaniyên hêviyê diherike, dinêrim. Ji nişka ve pê dizanim ku; hêvî karaktereke komînal e û bi hizra civakî tê veguhestin. Hêviya ku dayikekê ji keça xwe re mîras hiştiye, rih dide tovên azadiyê. Bi min divê zarok bişibin dayika xwe. Wekî dayika xwe tim bihêvî bin. Dijwariya şer û hovîtîya dijmin divê rê li ber mezinkirina tovên hêviyên di dilê mirovan de negire. Bêhêvîbûn xirab e, bêhêvîbûn dikuje. Yên ku di xweştirîn rojên xwe de ji bo pêşerojeka azad a welatê xwe berê xwe didin çiyayan, xweşik, bi hêvî û fedekar in. Wekî Axînê û bi hezarên din.

AXÎNAN JI SIBEROJAN BAWER KIR

Dem dema sekinîna li rex  Axînê ye,  niha dema berxwedana li dijî faşîzma Tirk a hewl dide tovên bêhêvîtiyê li Kurdistanê bireşîne. Axîn û hevalên wê dizanin ku siberoj nêzîk in, Axînan canê xwe ji bo baweriya siberojan feda kirin.Tu gumanên Dayika Asya li doza Axînê tune, ji ber wê ew hê jî hêvîdar e. Wiha hemû êrîşên şerê taybet têk birin. Dayika Asya û hemû dayîên şehîdan ên din. Tu carî dev ji hêviyên xwe bernedan. . Ji ber vê ye ku dijminê telew hewl dida bedena Axînê ya ku li çiyayan hil nedihat bixin nava qutiyekê. Ji bo dilê Dayika Asyayê perçe bikin û hêvîya di dilê wê de tune bikin. Nagihîjin armanca xwe û Dayika Asya li ser piyan e. Dayika Asya bi serbilindî dipirse: “Hê kula dilê min germ we çima cenazeyê keça min neda min?” Piştre bi hestên tolhildanê dibêje:’’ Min dîsa jî cenazeyê keça xwe stend, xist nava cangên spî û min gora wê bi destê xwe çêkir.’’ Dayika Asya bedena Axîna ku dixwestin bixin qutîyan weke  mezintirîn rûmeta xwe dibîne.

DAYIKA ME YA XWEDÎ SEKNEKE XURT

Ez niha dipirsim; kîjan hiqûqa dijminî, kîjan rêbaza şerê taybet dikare di ruhê dayikên me de cih bigire? Ew dayik in ku welatê me ne, perçe perçe jî bikin, ma kî dikare baweriya doza zarokên wan a di dilê wan de bişkîne û tune bike. Bi min hewce nake ku ji meleyan jî bipirsim; kîjan pirtûka pîroz vê yekê qebûl dike, ne ku pirtûk û olên pîroz tevî ku ez dizanim di mirovahiyê de tiştekî wiha bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ne cara ewil e ku Dayika Asya  rûyê dijmin dibîne, ne cara ewil bi serbilindî li ser piyan disekine li hemberî dijminê hov. Ji ber vê ye dijminê hov Dayika Asya û hezaran dayikên din ji xwe re kiriye hedef. Girtiyên ku nayên berdan, girtiyên tevî nexweşiyên giran ên nayên tehlîyekirin, bi sedan dayikên weke Dayika Xecê ku djmin ji gora zarokên wan jî ditirse û dixwaze ji destê wan bistîne û perçe bike, hemû jî ji ber bi doza zarên xwe dijîn wê zindî digirin ji aliyê dijminê hov ve tûşî zext dibin, dixwazin wan dayikan bi êşên wan bikujin.  Ji ber ku hemû bi dil û can girêdayî welatê xwe ne tên cizakirin.

EM DIZANIN KU HÊVÎ AZAD DIBE

Em yên weke Dayika Asyayê  nas dikin, hêvî peyveka pîroz e. Hêvî yekitiyê bi xwe re tîne. Hêvî hêzê dide. Hêvî berxwedan e. Hêvî di rêya serketinê de çeka herî xurt e. Ji ber vê hêvî mirovan azad dike. Dayik  tim bi dîtina hêviya tirêjên  di nava şerê qirêj de dijîn. Baweriya xwe bi bihara xwe di hemêza zivistana sar de vedişêre anîn, em destê wan dayikan ne carekê hezar carî maç bikin têrê nake. Ew dayîkên ku şanaz in bi zarokên xwe û bi hezaran zarok jî ji vîna dayîkan feyzê digirin û li serê çiyayên bilind şer dikin. Ne qûtiyên kaxezî, ne goristanên tên rûxandin, ne cendekên di bodrûman de hatin şewitandin, ne goristanên bêkesan ne jî şewitandina înfazan dikare rûmeta şervanan têk bibe. Şervan jixwe li dijî vê şer dike û ew qûtiyên kaxezî jixwe bûne îspata mafdarîya şervanî. Şervan bi pesendkirina mafdariya xwe careke din şanaz dibe. Ev jî rastiyek e ku kesên ku temehûlî saxî û mirina kurdan nakin, tehemûlî vê jî nakin. Ji ber cê yekê ye ku hêvî ji xwe re kirine armanc.

TARÎTÎYA ÊRIŞKAR DÊ TUNE BIBE

Çi dikin bila bikin, çendî ku me karî em destê dayîkên wekî dayîka Asyayê maç bikin, pîrozî dê tu cara xaka welatê me yê xweşik neterikînin. Hêzên tarî yên ku bi xwîn û nefretê êrişî Kurdistanê dikin, dê ronahiya çavên bihêvî yên wekî çavên Arînê wan ji nav bibin. Nija divê herkes berê xwe bide malên dayîka Asyayê, ji van pîroziyan para xwe bigire, destên wan maç bike, diaya xêrê bistîne. Dermanê neletê jî yê bêhêvîbûnê jî di destê wan dayîkan de ye. Ji bo xwe neheqiyê xilas bikî, zêde neçarî kedxwariyê nebî, li welatekî azad bijî, ew dayîk wekî perestgehan in. Loma divê mirov here û bibîne.

DIVÊ DIJMIN WERE NASKIRIN Û BIRÊXISTINBÛN HEBE

Ev pergala şerê taybet dike ku hilweşe. Loma şerê herî bêexlaq dimeşîne. Diêşîne, birîndar dike, şaşwaz dike, bêbertek dihêle û bi vî awayî dixwaze emrê şerî dirêjtir bike.

Asta şerî ewqas bilind dike ku Mirov dibêje “Ma evqas jî dibe’’, û dixwaze bi vî awayî civakê bêtevger bihêle û nekare tiştekî bike. Ji ber vê yekê divê tu carî neyê gotin “Ma evqas jî dibe?”, bereks divê were gotin “dijmin e” dikare her tiştî bike û li hemberî hemû rewşan hişyar û amade be. Ev neviyên Roma Reş in. Mirov berê xwe bide dîrokê dê bibîne ka Osmaniyan çi bi cinazeyên kesên ne ji xwe dikirin, ev dê têra fêmkirinê bike. Divê dijmin baş were nasîn ku li hember kirinên wî şaşwazî çênebe. Divê rêxistinbûn hebe ku bertek çêbe. Mezinên me digotin, dijmin e û dijminahiya xwe dike, ya ku dikeve ser milê me şerkirin e. Giringtirîn wezifeya me hemûyan e ku em van gotinên mezinên xwe ji bîr nekin û wekî diayan ji ber bikin!