Daxwaza mazbataya Barinç ê HDP’yî kirin

Di hilbijartina xwecihî de Selahattîn Barinç ê piştî ji bo endamtiya Meclîsa Giştî ya HDP’ê ya Şirnexê hate hilbijartin û şûnde mazbata xwe girt, bi hinceta bi BHQ’ê ji erkê hatiye girtin, daxwaza mazbata wî hate kirin.

Selahattîn Bainç ê piştî di hilbijartina 31’ê Adarê de ji bo endamtiya Meclîsa Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê hate hilbijartin, duh di saetên sibehê de ji aliyê Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê ve lê hate gerîn, bi hinceta bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) ku Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) biryar girtibû, daxwaza mazbatayê kirin.

Barinç diyar kir ku piştî bitemambûna pêvajoya hiqûqî wê serî li Dadgeha Mafê Mirovan  Ewropayê (DMME) bide.