'Daxwaza Guven aramiya Tirkiyeyê ye'

Alîkarê Hevserokên Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî diyar kir, Leyla Guven ji bo paşeroja Tirkiyeyê daxwazeke zelal û rewa dike û got, daxwaza Guven ji bo aramiya Tirkiyeyê ye.

Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 58 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bêveger de ye. Bi heman armancê li 23 girtîgehan 91 girtî û li Strasboûrgê 15 kes 3 hefte ne di greva birçîbûnê de ne. Çalakiyên greva birçîbûnê li Hewlêr û Silêmaniyê jî dewam dikin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî li ser çalakiya greva birçûbûnê ya Leyla Guven ji ANF'ê re axivî.

'DAXWAZA GUVEN ZELAL E'

Bîlîcî da zanîn, Leyla Guven bi rola xwe ya siyasetê radibe û got, "Birêz Guven ji bo paşeroja Tirkiyeyê daxwazek pir zelal tîne ziman. Guven dibêje 'Bila tecrîd bi dawî bibe, parêzerên Birêz Ocalan karibe bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin'. 58 roj dem derbas dibe û pirsgirêkên giran ên tenduristiyê yên Guven derketine. Guven ji bo rojên bi aram ên Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkên sereke di çalakiyê de ye. Ev jî rola sereke ya siyasetmedar û wekîlan e. Guven bi ramanên xwe yên azad xwest bi vî şeklê çalakiyê pirsgirêkên hene were çareserkirin. Di nava çar diwaran de tenê rêyek ji bo Guven ma ku dest bi vê çalakiyê bike. Li Tirkiyeyê hemû rêyên hiqûqê hatine binpêkirin û Tirkiyeyê qanûnên xwe binpê kiriye."

'TIRKIYE QANÛNÊ XWE BINPÊ DIKE'

Bîlîcî destnîşan kir, ji bo aramiya Tirkiyeyê daxwaza Guven zelal e û wiha pê de çû: "Çalakiya Guven rewa ye, li gorî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û li gorî peymanên navneteweyî ye. Daxwazên Guven çi ne? Guven ji bo çi dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dawî kiriye? Divê ev çalakî baş bên fêhmkirin. Guven ji bo xwe tiştekî naxwaze. Daxwaza Guven tenê aramiya Tirkiyeyê ye û ev daxwaz zelal e. Ev bi bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan dibe. Dewlet bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re hemû qanûnên xwe binpê dike. Di qanûnan de tê gotin ku kî dibe bila bibe, bê ku nasnameya û ramana wî li ber çavan bê girtin divê di çarçoveya hiqûqê de bê darizandin û divê mafên rewa neyên binpêkirin. Ev mafên hanê Tirkiye nade, hiqûq van mafan destnîşan dike. Ev jî di hevpeyamanên navneteweyî de hene."

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Bîlîcî da xuyakirin ku bi salane hemû mafên Ocalan têne binpêkirin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Bi awayekî eşkere di qanûnan de hatiye destnîşankirin ku divê bêyî astengiyan girtî hemû bikarin mafên xwe yên hevdîtina bi parêzeran, axaftina bi telefonê, wergirtina rojnameyan, dîtina wasî û malbatê bi kar bînin. Lê mixabin bi salane Tirkiye qanûnên xwe binpê dike û tecrîdeke girankirî li Birêz Ocalan ferz dike. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û şêwazeke êşkenceyê ye. Birêz Leyla Guven jî bi çalakiya xwe xwest balê bikişîne ser vê êşkenceyê. Guven dibêje, 'eger tecrîd ranebe wê pirsgirêk neyê çareserkirin û rê li ber pirsgirêkên cuda bê vekirin'. Daxwaza Guven aştî ye û tenê rêya aştiyê jî li Îmraliyê re derbas dibe. Ji bo vê yekê ji divê tecrîd rabe."

'EGER REWŞEKE NEYÎNÎ BIQEWIME, BERPIRSYAR HIKUMET E'

Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de anî ziman, eger agahiyek xemgîn ji girtîgehan were tenê berpirsyarê wê hikumet e û got: "Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan 58 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê veger de ye. Bi heman armancê li 23 girtîgehan 91 girtî û li Strasboûrgê 15 kes 3 hefte ne di greva birçîbûnê de ne. Çalakiyên greva birçîbûnê li Hewlêr û Silêmaniyê jî dewam dikin. Eger agahiyek xemgîn ji girtîgehan were, berpirsyarê vê yekê jî tenê hikumeta AKP'ê ye. Hîna dem heye, divê hikumet guh bide qîrîna Guven û dawî li tecrîdê bîne."