Daxwaza alîkarê walî red kir, hate destgîrkirin

Ji Hevşaredarê Halfeliya Îdirê Hasan Safa hate xwestin ku bila derbarê destgîrkirinê ‘peyamên gel aram dike’ bide. Ji ber ku Safa ev daxwaz red kir, hate destgîrkirin.

Hevşaredarê Halfeliya Îdirê Hasan Safa yê HDP’yî duh hatibû destgîrkirin û peywira wî hatibû desteserkirin. Parêzerê wî çû serdana Safa. Hate diyarkirin ku destgîrkirina Safa 4 rojan hatiye dirêjkirin.

TIRSA WALÎTİYÊ YA JI BER GEL

Parêzer Haydar Mizrak li Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Îdirê çû serdana muwekîlê xwe Safa. Mizrak diyar kir ku beriya ku peywira Safa were desteserkirin Alîkarê Waliyê Îdirê gazî Hevşaredar Safa kiriye û biryara ‘desteserkirina peywira’ wî jê re hatiye ragihandin. Mizrak bal kişand ser vî tiştî ku alîkarê Walî ji Hevşaredar Safa xwestiye ku bila ‘peyameke ku gel aram dike’ bide û ji ber ku Safa ev red kiriye li walîtiyê hatiye desteserkirin.