Daxuyaniya HPG'ê ya li ser şer û çalakiyên dawî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiya li navçeya Qilaban a Şirnexê agahiyên berfireh da. Di daxuyaniyê de gerîla Roj Dimilî yê li Amedê şehîd bû hat bîranîn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"7'ê Kanûnê saet di 12:00 de, li navçeya Qilaban a Şirnexê hêzên me li dijî kamerayên ku di navbera girên Çete û Vacîpê hatibûn bicihkirin çalakiyek pêk anîn û di encamê de kamerayek hate îmhakirin. Di dema çalakiyê de hêzên me û yekîneyên veşartî yên artêşa TC a dagirker li hev rast hatin. Hêzên me li vê yekîneyê dan. Hejmara leşkerên dijmin ên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehatin tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi hawan û obusan bombe li derdorê barandin.

24'ê Mijdarê, hevalê me Roj ê bi wezîfeya xwe radibû li cihekî nêzî navçeya Çinar a Amedê li dijî hêzên dijmin şer kir. Hevalê me Roj li dijî hêzên dijmin bi lehengî şer kir û gihîş şehadetê.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Roj Dimilî
Nav paşnav: Cebraîl Karçi
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Sedîka-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2017 / Amed

Hevalê me Roj, sala 1981'ê li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Dmeek dirêj di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de bi risteke aktîf rabû û sala 2016'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me roj, di demekê de ku êrîşên gelekî giran ên dewleta TC a dagirker dihate kirin tevlî nava refên tevgera me bû û erkên diketin ser milê xwe bi rengekî herî baş bi cih anî. Bi fedakarî û kedkariya xwe bû hevrêyekî ku mînak bê dîtin. Ji bo bersivê bide êrîşên hovane yên dewleta TC a faşîst ên li dijî gelê Kurd di her kêliyê de bi lehengî şer kir û bû xwedî sekneke fedayî. Hevrê me Roj ji bo azadiya Rêber Apo û gelê Kurd ked da. Di şexsê wî de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin."