Daxuyaniya HPG'ê ya li ser çalakiyên li Çelê
Gerîlayên HPG/YJA Starê, di 2 û 3'ê Nîsanê de li Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, di 2 û 3'ê Nîsanê de li Çelê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, roja 3'ê Nîsanê saet di 10:15'an de li dijî qereqola 49'an a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî hate lidarxistin û ev agahî da: "Hêzên me bi çekên giran li makîneyên kar ên li nava qereqolê dan. Di encamê de derb li dozerekê ket. Her wiha hêzên me bi yekîneya dijmin a li herêmê kemîn danî bû hesiya û ji bo demeke kurt şer li vir derket. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê, qereqolên li derdorê obus û hawan avêtin qada çalakiyê."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Roja 2'ê Nîsanê saet di navbera 12:00-12:30 de bi çekên giran li 2 konteynerên li girê Koordîne yê li Çelê hat xistin. Saet di navbera 12:00-13:00 de jî hêzên me hawan avêtin çeperên li ser girê Koordîne. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn nehat zelalkirin.
Roja 25'ê Adarê saet di 19:30 de, helîkopterê bi tîpa Kobra li qada Kulê û Kirê Înegê yên navçeya Bazîd a Agiriyê reşandin. Roja 26'ê Adarê jî helîkopterên Kobra li heman herêmê dan û operasyon dan destpêkirin. Operasyon roja 27'ê Adarê bê encam ma û qediya."