Davût Kesen: Em ê şaredariyên xwe dîsan bigrin

Hevşaredarê Peyasê Davût Kesen têkildarî politîkayên qeyûm ên rejîma AKP-MHP’ê axivî û wiha got; “Her çiqas em ji peywirê hatibin girtin jî em di nava gelê xwe de ne û xebatên me didomin.”

Politîkayên dagirkirinê yên rejîma AKP-MHP’ê li dijî şaredariyên ku HDP’ê di hilbijartina xwecihî ya 31’ê de bi dest xistin, didomin. Rejîma AKP-MHP’ê 19’ê Tebaxê şaredariyên bajarên mezin yên Amed, Wan û Merdînê dagirkiribû û heta niha 24 şaredariyên HDP’ê dagir kirine. Hevşaredarê navçeya Peyas a Amedê Davût Kesen dema qeyûm ya berê û niha ji ANF’ê re nirxand.

Kesen bi bîr xist ku sala 2016’an piştî 2 sal û nîv li peywirê ma û qeyûm tayîn kirin dîsan 31’ê Adarê şaredarî bi dest xistine. Kesen bi domdarî got; “Dema yekem a qeyûm li Peyasê qirkirinek hebû. Dema 31’ê Adarê em hatin peywirê texrîbatek hebû. Şaredarî di bin deynan de bû û ti xizmetek nehate kirin. Şaredariya me yek 5 şaredariyên Tirkiyeyê bû ku bixwe li ser piya xwe digirt. Jixwe şaredariya di bin deynan de yek ji nîşaneyên nelirêtiyê bû. Dema me dest bi kar kir me lêpirsîn da destpê kirin. Di encama vê lêpirsinê de komeke 22 kesî ya qeyûm ji bo kar girtî û karê nelirêtir dikir me ji kar durxist.”

Kesen qala dagirkirina şaredariyên HDP’ê jî kir û ev tişt got; “Bûyerên li Rojhilata Navîn diqewimin bandora xwe li Kurdan jî dike. Kurd bi salan e bedel didin û têdikoşin. Ji sala 1999’an ve partiya me ku şaredariyê dike her tim di xizmeta gel de bû. Wê demê binesazî gelek xirab bû. Pirsigrêkên avê û qenalan hebû. Mînak av tine bû. Mirovên me bi bîdonan av ji kaniyan dadigirtin. Kolan dibin heriyê de bû. Lê dema şaredariya me de ev pirsigrêk hatin çareser kirin û me anî di standartên Ewropayê de.”

‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE BIGRIN’

Kesen got ku ji 31’Adarê ve ku di 6 mehan de texrîbatên qeyûm sererastk irine û wiha domand; “Piştî 6 mehan me projeyên xwe pêk anîn. Bi têgiha 20 salan a şaredariyê û danehevan em ê dibin xizmeta gel de bûna. Têkildarî pirsigrêkên civakî ekolojî, jin û aboriyê projeyên me hebûn. Lê desthilatdara AKP-MHP’ê tehemûla wê ji vê re nebû dîsan şaredariyên me dagir kirin. Lê çi dibe bila bibe em ê şaredariyên xwe ji nû ve bigrin û bixin dibin xizmeta gelê xwe de. Di vê derbarê de ti gumanekî me tuneye.”

‘EM Ê GEL Ê XWE BIPARÊZIN’

Hevşaredarê nerazîbûn nîşanî qeyûmê niha da, got ku ji bo gel ti xizmetekê nake û herî dawî wiha got; “Qeyûm di nava çar dîwaran de tenqav bûye lê em hê di nava gelê xwe de ne û xebatên xwe didomînin. Her çiqas em ji peywirê hatibin girtin jî lê têkiliya me ya bi gel re diome. Ne tenê HDP’yî nerazîbûn nîşanî qeyûm dide kesên dengê xwe nedane me jî li beramberî qeyûm nerazîn ne. Li navçeyê her kes me mafdar dibîne û dibêjin rojekê wê şaredariya xwe bigrin. Em ji vêya bawerin û em ê her tim gelê xwe biparêzin.”