Darazê biryar da ku zarok ji endamtiya rêxistinê bên darizandin û ceza da

Darazê qanûna ‘zarokên kevir diavêjin’, bi fiîlî ji holê rakir kir û biryar da wê êdî bibe ku zarok ji endamtiya rêxistinê bên darizandin.

Tevî derketina guhertina qanûnî ya sala 2010’an ku nabe zarok ‘ji endamtiya rêxistinê û propandayê’ bên darizandin, darazê li dosyeya Ferdî Sertkal vekola û diyar kir ku Sertkal poşmaniyê red dike û dibe ku sibehê roj cardin heman sûcî bike, deh sal cezayê di der heq de erê kir.

Bi guhertina qanûnî ku sala 2010’an hat kirin, zarok ku tev li civînên neqanûnî bibûna û propaganda rêxistinê bikira divê ne wek ku sûcê terorê kiribin bihatina darizandin û berdan.  

Ferdî Sertkal ê 16 salî sala 2006’an bi îdiaya ‘’Hebûna madeyên xeternak li bal, propagandaya rêxistina terorî, kirina zerara malê giştî, birîndarkirin’’ê li Dîlokê hat girtin.

Dadgeha Erktaybet 10 sal û 8 meh ceza da Sertkal û Darazê jî got erê. Bi pişt re ji ber guherîna qanûnê Daîreya Ceza ya 9’emîn ji bo nirxandina biryarê ji nû ve, dosye îadeyê Dadgeha Cezayên Giran a 6’emîn a Edeneyê kir û Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê ya 6’emîn biryara bêerkbûnê da û dosye da Dadgeha Zarokan a 2’yemîn a Dîlokê. Sertkal serî li darazê xist û jê xwest ku biryarê ji dosyeyê cuda bike.

Darazê ku 15 sal bi şûn de bi îdiaya ku Sertkal ne poşman e û dibe ku heman sûcî cardin bike, ji cezayê Sertkal re got erê.

Bi vî awayî qanûna ‘’Nabe ku zarok ji sûcên endamtiya rêxistinê û propagandayê bên darizandin’’ a sala 2010’an bi meriyet bû, bi fiîlî ji holê rakir.