Operasyona Xezeba Firadê ku di qonaxa sêyemîn de bi rengekî serketî dewam dike. Çeteyên DAIŞ'ê yên ji ber operasyonê tengav bûne, serî li rêyên cuda didin.
Li gor agahiyan, kesê bi navê Mûhemed Esed El Cuma (45) ku tê gotin endamê DAIŞ’ê ye agahî ji xizmên xwe yên li Serêkaniyê dimînin re şandiye û gotiye, ew û kurê wî yê bi navê Hemadî ji bo şandina bajarên Rojava wesayîtên bombe amade dikin.
BAV Û KUR PERWERDEYA MAYÎNÊ LI CEM LEŞKERÊN TIRK DÎTINE
Muhemed Esed El Cuma ku berê endamê Cebhet El Nûsra bû, piştî Serêkaniyê ji hêla YPG/YPJ’ê ve hat rizgarkirin, reviya Reqayê û tevlî çeteyên DAIŞ’ê bû. Li gor agahiyan, bav Muhemed Esed El Cuma û kur Hemadî 2 meh li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê li cem leşkerên Tirk perwerdeya mayînê dîtine. Bav û kur ku agahî ji xizmên xwe yên li Serêkaniyê re şandine, diyarkirine ku ew amadekariya çêkirina wesayîtên bombeyî dikin û ew ê bişînin bajar û navçeyên Qamişlo, Hesekê, Holê, Tirbêsiyê, Serêkaniyê, Girê Spî û Kobanê.
'TEDBÎR HATINE GIRTIN
Der barê mijarê de berpirsiyarên Asayîş û YPG/YPJ yên li Rojava agahî dan û diyarkirin ku wan tedbîrên pêwîst girtiye. Berpirsiyaran, anî ziman ku ew wek e Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryan hemû pêkhateyên di bakurê Suriyê de bi hev re ji bo xilaskirina çeteyan wê têkoşîna xwe xurtir bikin.