Welatiyên navçeya Koye ya girêdayî bajarê Hewlêr a Başûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li Parka Xwişke Firîşte ya navçeyê hatin ba hev û çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de Mamostayê Zanîngehê Birwa Resûl axivî û bal kişande ser êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Herêma Kurdistanê.
Birwa Resûl destnîşan kir ku Kurd û Kurdistan li hemberî dijmin her tim serdikevin û binketin û şermezarî ji bo dijmin û hevkarê wan dimîne.
Çalakvanan her wiha bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ku nekarîne pêşiya êrişên dewleta Tirk bigirin rexne kirin.
Di çalakiyê de hevkariya bi dewleta Tirk re jî hate şermezarkirin û hat gotin ku hin hêz bûne kewa sor a ber leşkerên biyanî.