Dagirkeran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş kirin -HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 21 caran bi çekên kîmyewî, 2 caran jî bi bombeyên qedexekirî bombe kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan bi vî rengî ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

16'ê Çileyê saet di 11:40'î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

16'ê Çileyê saet di 15:40'î de li nêzî gundê Sîda yê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

16'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda û Qada Çemço yên nehiya Şêladizê ya Amediyê ji serê sibehê heta êvarê 21 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

16'ê Çileyê saet di 14:40 û 15:00 de li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

16'ê Çileyê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

16 û 17'ê Çileyê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."