Dadgeriya Tirk naxwaze çawişê pispor ê tecawizkar bigire

Daxwaza ji bo girtina çawişê pispor Mûsa Orhan ê tecawizkar, careke din hate redkirin.

Rûniştina 2'emîn a doza darizandina leşkerê tecawizkar ê Tirk Orhan li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk hat.

Dozgeriya Tirk nehişt ku rojnamevan, endamên Meclîsa Jinê ya HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê dozê bişopînin.

Malbata Îpek, şahid Sadûllah Kars, parêzerên Baroyên Sêrt û Êlihê, endamên ÎHD'ê Şaxên Sêrt û Êlihê û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê tevlî rûniştina dozê bûn.

Tecawizkar û parêzerên wî ji Enqereyê bi Sîstema Ragihandin Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdar bûn.

Dayika Îpek Hîkmet Kilinç diyar kir ku nayê qebûlkirin ku keça wê di binê axê û kujer jî li derve be û got, "Ez dixwazim Mûsa Orhan bê girtin. Ajokarê taksiyê yê ku bi Mûsa Orhan re hat kî be bila ew jî bê darizandin. Heqê xwe helal nakim."

Parêzerên Îpek Er xwestin Orhan bê girtin. Lê belê dozgeriyê ev daxwaz red kir û îdîa kir ku di dosyayê de hin kêmasî hene, divê bên çareserkirin.

Dadgehê jî daxwaza girtina Mûsa Orhan ê tecawizkar red kir û doz ji bo 1'ê Hezîranê taloq kir.