Dadgeriya Tirk biryara girtina Balûken da
Der barê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken de, ku beriya niha bi demeke kurt hatibû berdan, biryara girtinê hat dayîn.
Der barê Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken de, ku beriya niha bi demeke kurt hatibû berdan, biryara girtinê hat dayîn.
Li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Tirk, 1. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê biryara girtina Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken da.
Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken, roja 30'ê Çileya 2017'an de hatibû berdan.
Li gorî agahiyan, Balûken ji ber nexweşiyekê ji pişta xwe ve emeliyat bûye.