Dadgeriya Tirk biryar da ku Velî Encu û 4 kesên din 'dîlgirtî' bimînin

Di danişîna duyemîn a doza Velî Encu de ku di komkujiya Roboskî de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dan û 4 kesên din tên darizandin, kes nehat berdan.

Danişîna duyemîn a doza Velî Encu yê birayê wî Serhat Encu û gelek xizmên wî di Komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest dan û Hevşaredarê Bajarokê Dêrgulê yê berê Mehmet Demîr, xebatkarên HDP’ê Salîh Kerçîn, Mazlum Guzel û Şêhmûs Kerçîn ku girtî tên darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hat. Bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” di 24’ê gulana 2019’an de hatibûn girtin.

Girtî û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn û malbatên Roboskî doz şopandin.

Piştî tespîta nasnameyê danişînê dest pê kir. Girtiyan parastina xwe kirin û gotin ew beyanên xwe yên danişîna ewil dubare dikin û xwestin werin berdan û beratkirin.

Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin werin berdan û beratkirin.

Piştî parastinan heyeta dadgehê navberek kin da danişînê. Dadgehê bi hênceta kêmasiyên di dosyeyê de temam bibin biryara dewama girtinê da û danişînê taloqî 28’ê çile kir.