Dadgeriya Tirk bi bayê bezê dixwaze Hevserokên HDP'î ceza bike

Hevserokên HDP'ê yên Amed û Yenîşehîrê, bêyî ku îfadeya wan ji aliyê dozgeriyê ve bê girtin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.

Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyyat Ceylan, Hevserokên HDP'ê yên navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya 22'ê Cotmehê di serdegirtinan de hatibûn destgîrkirin.

Hevserokên HDP'ê yên Amed û Yenîşehîrê piştî 8 rojên destgîrkirî sewqî edliyeyê hatin kirin.

Hevserokên HDP'ê yên Rêxistinên Amed û Yenîşehîrê bêyî ku îfadeya wan li dozgeriyê bê girtin, bi daxwaza girtinê bi bayê bezê radestî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê hatin kirin.