Dadgeriya Tirk 4 sal cezayê girtîgehê li Ferhat Encu birî

Dadgeriya Tirk, 4 sal cezayê girtîgehê li Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu birî.

Rûniştina doza li dijî Parlamenterê Şirnexê yê HDP'ê Ferhat Encu, ku niha li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê girtin, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê pêk hat. Encu bi îdîaya "Li dijî qanûna îdareya bajêr a bi hejmara 5442, meş, xwepêşandan lidar xistine, bi rê ve biriye, tevlî bûye û endamê rêxistinê ye" hate darizandin. Encu bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû.

Malbatê û wekîlên HDP'yî Aycan Îrmez û Mehmet Alî Aslan rûniştina dozê şopandin. Dadgeriya Tirk ji "Propaganda rêxistinê" 3 sal 9 meh û 10 roj, ji "rabûna li er qanûna îdareya bajêr jî" 10 meh cezayê girtîgehê li Encu birî.