Dadgeha Tirk hinceta xwe ya ji bo biryara girtina Kaya eşkere kir

Dadgeriya dewleta Tirk sedema biryara xwe ya ji bo girtina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya eşkere kir. Dadgehê li gorî gotinên îtirafkarekî 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Kaya birî.

Sedema biryara girtina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekîr Kaya îro ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hate eşkerekirin. Li gorî vê yekê, Bekîr Kaya ji ber ku tevlî meşan bûye, alîkarî daye Komeleya Têkoşîna li dijî Xizaniyê û Tevkariya Pêşveçûnê (VAN-DER), serdana konên sersaxiyê kiriye, ji ber gotina 'Bi telîsan pere biriye Qendîlê' ya îtirafkarekî û pirtûkên li mala wî hatine dîtin, hatiye girtin.

Di sedema biryarê de hate îdîakirin, Kaya ev kar li gorî ferman û perspektîfên PKK-KCK'ê kiriye, karê rêxistinî meşandiye û 'endametiya rêxistinê' kiriye. Her wiha hate îdîakirin ku Kaya li gorî peymana KCK'ê tevgeriyaye, lewma li Yenî Mahaleyê Şehîdgeh ava kiriye, her wiha di meşeke ku Kaya tevlî bûyî de dirûşmên mîna 'PKK gel e gel li vir e', 'Bijî serok Apo' hatine berzkirin.

Pirtûkên ''Delila Bir Genç kadın", "Gerillanın günlükleri'' û pirtûka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi navê "Nasıl yaşamalı" ên li mala Kaya hatin desteserkirin weke palpiştên doznamê hatin nîşandan. Dîsa wêneyê ku Kaya di facebookê de parve kir jî weke 'delîlê sûc' hate nîşandan. 

Di sedema biryarê de her wiha ev îdîa hate kirin: "Tevî ku berê jî bi sûcê endametiya rêxistiyê hatine mehkûmkirin têkiliya xwe ya organîk a bi rêxistinê re qut nekiriye û çalakiyên xwe domandiye. Şêweya tevlîbûna wî ya li çalakiyan, asta zerer û metirsiya derketî holê, zêdebûna gumanbar a sûc li ber çav hatiye girtin û 5 sal 6 meh ceza jê re guncav hatiye dîtin. Ji ber ku sûcdar berê jî ji sûcê terorê hatiye cezakirin guncav hatiye dîtin ku 7 sal 15 meh ceza bê birîn."