DAÎŞ'ê li Germiyanê êriş kir: 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Li Germiyanê çeteyên DAÎŞ'ê êriş kir. Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 4 pêşmerge jî birîndar bûn.
Li Germiyanê çeteyên DAÎŞ'ê êriş kir. Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 4 pêşmerge jî birîndar bûn.
Li bajarokê Kuleco yê navçeya Kîfrîya Germiyanê, çeteyên DAÎŞ'ê doh êvarê êriş birin ser çeperên pêşmergeyan.
Ji ber êrişê hêzek pêşmerge berê xwe da herêmê, lê pê li mayina çeteyên DAÎŞ'ê kir.
Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.