DAÎŞ’ê 2 cotkarên li başûrê Kerkûkê revand: yek di destê wan de ye

Li gundê Simûd ê girêdayî qezaya Daqûqê ya başûrê rojhilatê bajarê Kerkûkê çeteyên DAÎŞ’ê du gundî revandin. Yek ji wan serbest berdan û yê din jî bi xwe re birine.

Çend çeteyên DAÎŞ’ê duh êvarê di dema tofana tozê bi ser gundê Simûd a  qezaya Daqûq a bajarê kerkûkê girtin û du birayên ku bi çandiniyê ve mijûl bûn revandin.

Li gorî agahiyên çavkaniyeke ewlekariyê yê qezaya Daqûqê dayî ANF’ê diyar kir ku çekdarên êriş kirinî çeteyên DAÎŞ’ê bûne û ev agahî da, “Her du bira dema çekdar dîtine reviyane, lê piştre ji aliyê çekdaran ve hatine girtin. Piştre yek ji wana serbest tê berdan û yê din jî bi xwe re birine û aqubeta wî nayê zanîn.”