Giliyê qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê hat kirin

Şaxê Egîtîm-Sen ê Wanê, giliyê qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê Îhsan Emre Aydin kir ku, alîkariya ji bo erdhejê bi komeleyên bi DAÎŞ’ê re têkildar in, dike.

 

Di dîmenên vê komeleyê de ku bi DAÎŞ’ê re têkildar e, xuya bû ku jinên bi çarşef û serçav girtî li ber kamyonên Şaredariya Rêya Armûşê daxuyaniyê didin çapemeniyê.

Piştî belavbûna van dîmenan li ser medyaya dîjîtal, Şaxê Egîtîm-Sen ê Wanê, giliyê qeyûm û qeymeqam Îhsan Emre Aydin kir.

Egîtîm-Sen’ê di serlêdana xwe de, îşaret pê kir ku qeyda fermî ya komeleyê nîn e û endamên wê bi dizî dixebitin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ber kamyonên ji bo alîkariyê propagandaya komeleyê hatiye kirin û wiha hat gotin: “Ji cil û bergên wan xuya ye ku komele ji aliyê kesên fikirên îslamî yên radîkal diparêzin ve hatiye avakirin û hewil didin ku propagandayê bikin. Cilên van kesan li xwe kirine û mîlîtanên jin ên DAÎŞ’ê heman in. Ev li bal civakê bûye cihê fikarên cidî. Hêrsa civakê rabûye ku çima qeyûmê Şaredariya Rêya Armûşê dihêle bi cilên DAÎŞ’a ku rêxistineke terorî ye li ber kamyonên ji bo alîkariyê propagandayê dikin û hêza xwe nîşan didin. Di navbeyna Şaredariya Rêya Armûşê û Komeleya Nefeqe ji bo Êtiman de tu protokol nîn e. Vê hevkariya neqanûnî ya veşarî ku Şaredariya Rêya Armûşê ku saziyeke gel e, zerar daye îtbariya saziya civakê.

Wek encam; bi ya me, Şaredariya Rêya Armûşê û Qeymeqamtiya Rêya Armûşê erka xwe bi nebaşî bi kar aniye. Lewma, daxwaza me ew e ku di çarçoveya xala 257’emîn de lêpirsîn û doz li wan bên vekirin.“