BI DÎMEN

‘CPT bi erka xwe ranabe’

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran ê Kantona Cizîrê Ciwan Mihemed ragihand ku cezayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên ferzkirin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye û diyar kir ku CPT bi ti awayî bi erka xwe ya parastina mafê mirovan ranabe.

HEVSEROKÊ YEKÎTIYA PARÊZERAN A KANTONA CIZÎRÊ

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li zindana Îmralî di bin tecrîdeke giran de girtî ye. Dewleta Tirk a dagirker û komplogeran xwestin fikir û felsefeya Abdullah Ocalan di nav Kurdan de birûxînin. Ji bo wê jî tecrîdê bi şêwazên cuda bi ser Rêber Ocalan dimeşînin. Di milê qanûnî de têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Ciwan Mihemed ji ANF’ê re nirxandin kir.

‘LI GORÎ PÎVANÊN ZAGONAN QEDEXE YE’

Ciwan Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker li dijî hemû zagonên hiqûqî yên mafê mirovan derdikeve û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li gor hemû têkilî û derfetên me wek parêzerên Rojavayê Kurdistanê, ev tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin li gor pîvanên zagonan qedexe ye. Di milê zagonên mafê mirovan de jî ti wateya vê cezayê nîne. Li gorî madeya 1, 3 û 7’an a sala 1948’an, her kes azad hatiye cîhanê. Ji ber wê divê azadiya tu kesî neyê çewsandin. Di gelek beşên hiqûqî de mafê azadiya mirov hatiye parastin. Di Hevpeymana Navneteweyî ya Mafê Sivîl û Siyasî de di beşa 6, 9 û zêdetir di beşa xwe ya 10’an de behsa azadiya girtiyên di zindanan de dike û mafê wan jî nîşan dide. Efrîka misaqek bi navê mafê mirovan ava kir. Di beşa xwe ya 5’an de qala mafê mirovên girtî kiriye. Mafê her girtiyekê heye ku bi malbat, dost û parêzerên xwe re di nava têkîliyê de be. Ev hemû zagon li ser Abdullah Ocalan hatine qedexekirin.”

‘DIVÊ RÊBER OCALAN AZAD BIBE’

Ciwan diyar kir ku girtina Abdullah Ocalan di her zagonên mafê mirovan de sûc e û wiha got: “Divê Rêber Ocalan azad bibe. Dewleta Tirk zagonên mafê girtiyan ên navnetewî binpê dike û wan pêk nayîne. Li gor zagon û pîvanên mafê mirovan, divê Rêber Abdullah Ocalan hatiba berdan.”

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Ciwan Mihemed bang li hemû rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û got: “Em wek Yekîtiya Parêzerên li Kantona Cizîrê bang li her kesê hiqûqnas, CPT û parêzvanên mafên mirovan dikin ku li hemberî vê tecrîda girankirî bikevin nava liv û tevgerê. CPT her tiştî bi çavên xwe dibîne, lê bi erka xwe ya ji bo parastina mafê mirovan ranabe. Bila her welat bizanibin ku Rêber Abdullah Ocalan divê di nav gelê xwe de jiyan bike.”