Cotkarê di 'lîsteya gewr' de!

Welatiyê ku çapemeniya AKP'ê weke 'terorîstê di lîsteya gewr' de pêşkêş kir û ragihand ku hatiye girtin, eşkere bû ku cotkarê bi navê Nûrettîn Canan ê 68 salî ye.

Piştî ku Wezareta Karên Hundir a Tirk bi gotina 'terorîstê di lîsteya gewr de hate girtin' nûçeyek li medya xwe weşand, cotkarê bi navê Nûrettîn Canan ê 68 salî yê li gundê Befircan ê navçeya Geverê ya Colemêrgê dimîne hate girtin. Canan 19'ê Çileyê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan. Piştî 3 mehan (11'ê Nîsanê) bi îdîaya "endametiya rêxistinê" derbarê Canan de gilîname hate amadekirin û doh danê êvarê hate destgîrkirin. Canan ji aliyê 2. Dadgeha Cezayê Giran a li Geverê ve hate girtin.

'GELEK CARAN DI BENDA KONTROLÊ RE DERBAS BÛ'

Ferdên malbaê gotin, Canan gelek caran di benda kontrolê ya navbera navçe û gund re derbas bûye û wan îlana 'lîsteya gewr' a Wezareta Karên Hundir jî fêhm nekirine. Kurê Canan Civan Canan li ser hesabê twîtterê wêneyên bavê xwe weşand û ev peyam nivîsî: "Nûrettîn Canan ê ku navê wî li 'lîsteya gewr' hate weşandin bavê min e û terorîst nîne. 70 salî ye, em debara xwe bi cotkariyê dikin. 19'ê Çileyê hate destgîrkirin û berdan. Îdîayên derbarê wî de tên kirin bê bingeh in û derew in."