Colemêrgî: Avahiyên Kurd bi navê restorasyonê têne hilweşandin

Dîroknas-Nivîskarê Kurd Îhsan Colemêgî diayr kir ku di bin navê restorekirinê de taybetmendiya dîrokî ya Keleha Wanê tê tunekirin û anî ziman ku bi van rê û rêbazan tê xwestinü dîroka Kurdan ji holê bê rakirin.

Keleha Wanê ya dîrokî di bin navê restorasyonê de ji holê tê rakirin. Keleha Wanê ku ketiye Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya Demkî ya UNESCO'yê, hin beşên wê yên bi beton hatine restorekirin hilweşiyane, hin beş jî bi temamî ji taybetmendiya xwe ya dîrokî hatine dûrxistin.

Keleha Wanê piştî ku ji aliyê Qralê Ûrartû Sardûr ê 1'emîn ve di navbera salên 840-825'an Beriya Zayînê hate çêkirin, demeke dirêj bû paytext ji Qraliyeta Ûrartû re.

Li aliyekî kelehê bajarê kevn ê Wanê, li aliyê din jî Gola Wanê heye. Beşek ji Keleha Wanê di erdhejê de beşek jî ji ber şer, defîneger û xemsariyê hilweşiya.

Beşek ji sûrên dîrokî jî di bin navê restoreyê de kirin beton. Ev sûrên ji beton jî bi demê re hilweşiyan.

Dîroknas-Nivîskarê Kurd Îhsan Colemêrgî nerazîbûn nîşanî hilweşandina Keleha Wanê ya di bin navê restorasyonê da.

Colemêrgî bi bîr xist ku Kurdan di dîrokê de li dora Gola Wanê û tevahiya Kurdistanê gelek dewlet û şaristanî ava kirin û anî ziman ku yek ji dewletên ji aliyê Kurdan ve hatine avakirin Împaratoriya Ûrartû ye.

Colemêrgî diyar kir ku eşîrên Kurd ên li herêmê li hev kom bûn û Împaratoriya Ûrartû ava kirin û bi bîr xist, Kurdên ku li dijî Asûran gihaştin hev, bi demê re veguherîn împaratoriyê. Colemêrgî got, "Kurdên ku bûn yek, piştre paytexta xwe Wan (Tûşpa) ava kirin. Ûrartûyan li Tûşpayê Keleya Wanê ava kirin. Keleha Wanê wê demê yek ji keleheke herî bi heybet bû ku bi destxistina wê zehmet bû.

Keleha Wanê ji bo dîrok û şaristaniya Kurdan gelekî girîng e. Dema ku mirov bala xwe dide ser restorasyona vê berhema ku Kurdan ji dîroka mirovahiyê re hiştine, dibînin ku mixabin ji rastî û taybetmendiyên xwe yên dîrokî hatiye dûrxistin. Di bin navê restorasyonê de hewl tê dayin ku taybetmendiya dîrokî ya Keleha Wanê ji holê bê rakirin. Îro beşeke mezin a kelehê kirine beton. Ev avahiyên betonkirî jî bi demê re hildiweşe. Bi vî rengî Keleha Wanê bê qîmet dibe. Bi van rê û rêbazan dixwazin nîşan bidin ku Kurdan di dîrokê de ti dewlet û şaristanî ava nekirine û dîrok û rabirdûya xwe nîne."