Ciwanên Welatparêz li Binarê Qendîlê tûrnûvaya futbolê da destpêkirin

Li binarê Qendîlê bi pêşengtiya Ciwanên Welatparêz û bi piştgiriya Şaredariya Qendîlê tûrnûvaya futbolê hate destpêkirin.

Li Binarê Qendîl Ciwanên Welaptarêz tûrnûvaya futbolê li ser navê şehîd Şahîn Dîcle bi beşdarbûna gelek tîmên futbolê da destpêkirin.

Di tûrnûvaya futbolê de 26 tîmên Herêmên Qendîl û Balekayet Beşdar debin. Di çarçoveya tûrnûvaya futbolê a Şehîd Şahîn Dîcle de heta niha 3 lîstok hatine leystin. Lîstoka yekemîn navbera tîmên Raperîn û Makosan pêk hat, di encamê de Makosan bi 8-1 serket. Lîstoka duyemîn bi encama 3-1 di navbera Kawlokan û Dolê hate leystin. Lîstoka sêyemîn jî di navbera tîma Westa Hêrêş û Birayetî Qesrê de hate leyîstin û Westa Hêrêş bi 2-1 biserket.