Ciwanên tevlî gerîla bûn: Beşdarî 'Şerê serketinê' bibin

Komek ji ciwanên di salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê de berê xwe dan çiyayên Kurdistanê gotin, "Ev şer şerê serketinê ye."

Komek ji ciwanên Kurd bi wesîleya salvegera 43'an a damezrandina PKK'ê tevlî nava refên gerîla bûn, li çiyayên Kurdistanê daxuyaniyek dan.

Ciwanan bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan kirin ku tevlî nva "şerê serketinê" bibin.

Daxuyaniya ciwanan wiha ye:

"Dewleta Tirk a faşîst dagirker ku bi hemû hebûna xwe seferber bûye û şerê ji bo qedandina Kurd û Kurdistanê dimeşîne, bi xwe hatiye ber tunebûnê. Di vî şerê qirkirinê de ku derfetên xwe hemû seferber kiriye, rêyek nehiştiye ku heta niha neceribandiye. Bi rengê herî hov û bêexlaq bênavber êriş dike. Ji bo gelê Kurd û yekane nûnerê wê PKK'ê biqedîne, rêbazên şerê taybet û teknîka herî pêşketî ya serdemê bi giranî bi kar tîne.

Bi bikaranîna tevahiya rê û rêbazên şerê taybet û çekên teknîkî yên herî pêşketî yê serdemê jibo qedandına gelê Kurd, tine kirina Kurdistanê û Yekane nûnerê wî PKK’ê biqedîne şerê hebûn û tinebûnê dide meşandin.

Ji aliyekî ve li ser civakê bi her cûreyî êrişên faşîst ên qirker dimeşîne, ji aliyê din ve jî hêza herî dînamîk a civakê ango ciwanan dihelîne, dikişîne nava hişbir û fihûşê dixwaze birizîne û tine bike. Bi karakterê xwe yê destavêtin û destdirêjiyê êrişî tevahî nirxên Kurdistanê û gelê Kurd dike. Ji bo ku li Kurdistanê bihostek jî axa azad nemîne bi tevahiya hêza xwe ve êriş dike.

Îro li çiyayên azad ên Kurdistanê li dijî gerîlayên ku parêzvanên tevahiya nirxên Kurdistanê, gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê ne bi teknîka şer a herî pêşketî û hevalbendên hêzên emperyalîst şer dimeşîne. Di vî şerî de li hember ruhê têkoşîna gerîlayên ciwan ên Apoyî neçar maye. Di şerê ku bi mehan dewam kir de li Werxelê û gelek deverên din bêyî ku li duv xwe mêze bikin reviyan.

Em jî wek ciwanên Kurd ji vî şerê bi destanî û lehengî tê meşandin bi bandor bûn û tevlî nava refên gerîla bûn. Ji ber ku ev şer şerê serketinê ye. Wek ciwanên Kurdistanê ruxmî ev tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin kêliyekê jî asayî jiyankirinê em ji bo xwe wek bê rûmetî dihesibînîn û li hember vê tecrîda Rêber Apo yê ku îfadeya tevahî nirx û hebûna me ye û li hember tevahî êrişên faşîst û qirker ên li ser gelê Kurd û Kurdistanê tê meşandin em tola wan bigirin tevlî nava refên gerîla dibin. Ji ber ku têkoşîna gerîla yekane misogeriya azadiya Kurdistanê ye. Li ser vî esasî em ê bi şiyara 'Werin Cenga Azadiyê' li hember êrişên dewleta tirk a faşîst û qirker, li dijî emperyalîzm û hevkarên wan bi zimanê ku ew fêm dikin ango bi têkoşîna çekdarî bersivê bidin. Em ê tola her bihosteke axa Kurdistanê ku hatiye dagir kirin û her bedelên ku hatine dayîn bigirin. Ji ber ku PKK tevgera tolhildanê ye.

Di vê sala 44. a PKK'ê de ku wek roja yekemîn ruhê xwe yê ciwantiya Apoyî her diçe mezin dike û bi serketinan tacîdar dike de, divê tevahiya ciwanên Kurd û ciwanên tevahî gelan jî li dijî faşîzmê di vî şerê serketinê de cihê xwe bigirin. Em li vir bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin; cihê ku tevahiya ciwanên Kurd û tevahî ciwanan aîd û layîqê wê ne refên gerîla ne. Em bang li tevahî ciwanan dikin ku hûn jî werin di vê têkoşîna serketin û rûmetê de cihê xwe bigirin. Em ji tevahî ciwanan re dibêjin Werin Cenga Azadiyê."