Ciwanên Sine Komploya navneteweyî şermezar kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê ciwanên bajarê Sine ji bo şermezaririna komploya 15’ê Sibatê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, çalakiyek lidarxistin.

Li Rojhilatê Kurdîstanê ciwanên Apocî li bajarê Sine, ji bo şermezarkirina komploya 15’ê Sibatê a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû, çalakiyek lidarxistin.

Ciwanan li bajarê Sine ji bo  salvegera 18. a komployê sermezar bikin wêne û belavok belav kirin. Di belavokan de ciwanan ragihandin ku, divê ciwan û gelê  Rojhilatê Kurdîstanê, li dijî roja reş û komploya navneteweyî bêdeng nemînin, wek xelekek ji agir li der dora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom bibin.