Ciwanên Şengalê: Em ê Barzanî û Erdogan ji Êzidxanê derxin

Meclîsa Ciwanên Şengalê têkildarî êrîşên çeteyên PDK’ê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da û got: “Em dagirkeriya Erdogan û Barzanî li ser xaka Êzîdxanê qebûl nakin.”

Daxuyanî çapemeniyê li Serdeştê ya Çiyayê Şengalê ji aliyê Endama ciwanan Êzda Şengalî ve hate xwendin.

Êzda Şengalî diyar kir ku li Rojhilata Navîn bi hemû dijwariya xwe şerê Cîhanê yê 3’emîn ê dij mirovahiyê dewam dike. Şengalî wiha got: “Ji bona deshilatdariya dewletên hundir û ji derve bi her awayî êrîşî nirxên civakê dikin, hinek Kurdên bi hevkarên dijminê Kurd re tevger dikin bi heman hişmendiya dewleta Tirk û Erdogan êrîşî ser xak û gelan dike. Dîsa dixwazin axa Ezîdxanê ya pîroz dagirkirin û fermana 3’ê Tebaxa 2014 li ser gelê me nû bike.”

Şengalî bang li ciwanên Êzidxanê kir û got: “ Em wekî ciwanên Êzîdxanê, di serî de bang li Êzîdîyên nava PDK’ê dikin ku terka cilên xiyanêtê bikin û dibêjin îro roj roja xîretêye. Em dagirkeriya Erdogan û Barzanî li ser xaka Êzîdxanê qebûl nakin. Berdelê wê jî çiqasî giran bibe, bila bibe em ê çeteyên Erdogan û Barzanî li xaka xwe derbixîn. Heta dawî em ê şopdarên şehîdan, fikr û felsefeya Rêber APO bin, bi seknekî şoreşgerî bi hestên tolhildanê, dîwarê dagirkerîyê parçe bikin û Êzîdxaneke azad mîsoger bikin.”

Herî dawî Şengalî, hemû çalakiyên ku ji bo Şengalê tên lidarxistin silav kir, bang kir ku asta çalakiyan hê xurtir bikin û bigihînin lûtkeyê. Di dawiya daxuyaniyê de Êzda Şengalî bang li hemû ciwanên Êzidî kir ku di nava çalakiyan de bin û xwedî li Êzîdxana pîroz derkevin.