Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê komplo şermezar kirin
Li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê Kamyaran, Sine, Hewreman û Mahabadê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.
Li bajar û herêmên Rojhilatê Kurdistanê Kamyaran, Sine, Hewreman û Mahabadê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê komploya 15’ê Sibatê şermezarkirin.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên Kamyaranê li gundê Şahînî û Palangan û di nava bajêrê Kamyaranê bi xwe de jî bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, çalakî lidarxistin. Ciwanan wêneyên Ocalan li gelek deverên Kamyaranê bi armanca balkişandina ser 15'ê Sibatê daliqandin.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di belavokê de wiha dibêjin: “Armanca komployê têkbirina îradeya Kurdê azad bû lê, berxwedana Rêber Apo vê siyasetê bêbandor kir.”
Belavok wiha berdewam dike: “Şoreşa Rojava, berxwedana Kobanî, Şengal û Bakurê Kurdistanê nîşana herkesê da ku êdî dijminên gelê Kurd wê nikaribiin gelê Kurd têk bibin. Ji ber îro gelê Kurd bi zêhniyet û felsefeya Rêber Apo jiyan dikin.”
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê diyar kirin ku ewê destûrê nedin ku dîrok careke din dûbare bike û şahidiya tecrûbeyên bi êş yên weke 15’ê Sibat, Şêx Seîd û Qazî Mihemed bike.
Di dawiya daxuyaniyê de Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji hemû ciwanan, gelê Kurd û gelên Îranê xwastin ku hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanseferber bikin û hewldanên xwe zêde bikin.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên bajarê Mahabadê jî bi rakirina alên PJAK, KODAR û posterên Ocalan komployê şermezarkirin. Ciwanên Mahabadî bi belavkirina daxuyaniyekî sond û peymana xwe ya bi û dilsoziya xwe ya bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanre anîn ziman û diyar kirin ku ewê heya azadiya Rêber Ocalan hewldanên xwe berdewam bikin. Di berdewamiya daxuyaniya xwede diyar kirin ku çawa planên dagirkeran li Rojavayê Kurdistanê hate pûçkirin wê li Rojhilat jî bi pêşengiya jin û ciwanan planên dagirkeran were pûç kirin.
Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê yên bajarê Mahabadê bi van gotinan bi dawî dibe: “Em dilsozî û sonda xwe ya bi şehîdên rêya azadiyê û komara Kurdistanê re nû dikin û bang li herkesê dikin ku di vê pêvajoyê de bi rihekî şoreşgerane têkoşîna xwe bihêz bikin. Ancax em bi vî awayî hêjayî rêhevaltiya bi Rêber Apo re bibin.
Divê rejîma sêdarê û dagirker ya Îranê bizane ku her êrîşeke li dijî gelê Kurd, zîndaniyên siyasî û têkoşerên azadiyê pêk were ewê bê bersiv nemînin û destên dirêjê destkeftiyên gelê Kurd bibe jî wê were şikandin.”
Ciwanên Apoyî yên bajarê Sine û herêma Hewramanê jî çalakiyên nerazîbûnê yên li dijî komploya 15’ê Sibatê lidarxistin. Di çalakiyan de komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanhate şermezarkirin û azadî ji Ocalan re hate xwestin.
Tevî hemû qedexe, zext û gefên rejîma Îranê jî gelê Rojhilatê Kurdistanê ji 15’ê Sibata 1999’an heya niha di salvegera komploya navdewletî de çalakiyên cûr be cûr lidardixin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalande serhildan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê çêbûn û gelek welatparêzên Kurd û xwedî rihê netewî ji aliyê rejîma Îranê ve di wan serhildanan de şehîd bûn. Ji wê demê ve Tevgera Apoyî weke bersiveke ji komployê re xwe li Rojhilat rêxistin kiriye û xwedî xebat û têkoşînin. Bi dîl girtina Ocalan re bi sedan ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ji bo tolgirtinê berê xwe dabûn çiyayên Kurdistanê.