Ciwanên Mexmûrê 27’ê Mijdarê pîroz kirin

Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) 27’ê Mijdarê pîroz kirin û gotin, “Emê di sala 44’an de bi kelecan û têkoşîneke mezin li berxwe bidin.”

Ciwanên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê (TJCM) bi konvoyekî cejna 27’ê Mijdarê pîroz kirin.

Konvoya ku ji dehan wesayîtan pêkdihat li ber Saziya Malbatên Şehîdan hate destpêkirin û di nava wargehê de geriyan. Her wiha gelê Mexmûrê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Partiya Karkerên Kurdistan’ û ‘Bijî 27’ê Mijdarê’ reng dane çalakiyê. Konvoy li Parka 4’ê Nîsanê sekinî.

Li Parka 4’ê Nîsanê agir hate pêxistin û deqeyek rêz ji bo tevahî Şehîdên PKK’ê hate girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyaniyek ji aliyê Saziya Ciwanan ve hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê jina ciwan Govend Bulut ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de 27’ê Mijdarê li tevahî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û hate gotin; “Di şexsê şehîdên me yên mezin Hakî Karer û şehîdên di pêngava Bazên Zagros û Cenga Xabûrê de li dijî dagirkeran heta dawî li berxwe dan û gihiştine şahadetê, em bi minetdarî bibîr tînin û 27’ê Mijdarê li wan pîroz dikin. Di serdemekî wisa dîrokî de, ji aliyê gerîlayên Rêber Apo ve li dijî dagirkeran şerekî dîrokî û girîng tê meşandin. Bi çirûska ku di 27’ê Mijdara 1978’an de li hember faşîzma dewleta Tirk destpêkirî, îro carekdin di pêşengiya gerîlayên Kurdistanê de li her çar parçeyên Kurdistanê, ev çirûsk wekî agirê azadiyê geş bûye.

‘ME Bİ CİWANTÎ DESTPÊKİR Û EMÊ Bİ CİWANTÎ SERBİXİN’

Di van 43 salan de berdêlên pir giranbuha hatine dayin, lê dîsan jî ti caran ji xeta Apogerî tawîz nehatiye dayîn. Wekî ciwanên Kurd em bi dirûşmeya; ‘Me bi ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî serbixin’ ji bo xwe esas girtiye. Emê di sala 44’an de bi kelecan û têkoşînek mezin li berxwe bidin.

Di vê qonaxa ku peymanên sedsalê temam dibin de, wek ciwanên Mexmûrê em xwe bi fikir û felseeya Rêber Apo perwerde dikin û xwe pêşdixin. Emê bi ruhê 1978’an li hember zihniyeta şovenîst ya dewleta Tirk li berxwe bidin û sekna xwe bidin diyarkirin.

Di dawî de em cejna vejînê li mîmarê jiyana azad Rêber Apo, gerîlayên ku niha di çeperan de şer dikin, hemû girtiyên azadiye û hemû gelê Kurd pîroz dikin. Emê di sala 44’an de bi ruhê ciwantî, Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin û azadiya Kurdistanê mîsoger bikin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya ciwanan bi gerandina govendê bi dawi bû.