Ciwanên Kerkûkê êrîşa li ser Şengalê şermezar kirin

Ciwanên Kerkûkê êrişa dewleta Tirk a li ser Şengalê şermezar kirin û gotin, "Em heta dawiyê li gel gelên Şengalê re ne.

Endamên Gencanî Welatparêz ên Kerkûkê, êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin.

Bi vê armancê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Simko Germanî bi navê ciwanan daxuyanî xwend.

Germiyanî nerazîbûn nîşanî êrişê da û got, "Dewleta Tirk  a dagirker weke dewamiya DAÎŞ'ê êrişê dibe ser Şengalê. Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Dewleta Tirk DAÎŞ'ê mezin dike û dixwaze komkujiyan bidomîne. Em bi navê ciwanên Kerkûkê dibêjin, em heta dawiyê bi gelên Şengalê re ne."

Ciwanan bêdengiya herêma Kurdistanê û Iraqê jî şermezar kirin.