Ciwanên Kerkûkê: Em ê rê nedin dagirkeriya dewleta Tirk

Ciwanên Kurd ên tevlî konferansa ciwanan a Kerkûkê bûn gotin, weke hêzeke ji pola wê li dijî her cûre êrîş û planên dijminên Kurdan ku dixwazin xaka Kurdistanê dagir bikin bisekinin.

Ciwanên Kerkûkê ên tevlî Konferansa Ciwanên herêma Kerkûkê bûn diyar kirin ku dewleta Tirk bi taybetî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di her fersend û kêliyê de gefên ku wê Rojavayê Kurdistanê dagir bikin dixwe. Ciwanan bal kişandin ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo derxisitna aloziyan li nava ol û neteweyên li Kerkûkê.

'DIXWAZIN CIWANAN BIKIN BÊHELWEST'

Gîvara Kerkûkî bal kişand ser rewşa ewlehî ya li Kerkûkê û got: "Rewşa niha ya li holê ewlehiya Kerkûkê pir metirsîdar e. Niha ne hêzekî Kurdî û ne jî hêzekî Iraqî li herêmê dikare ewlekariyê pêk bîne. Berê her ol û netewe bi hev re di nava aramî û aştiyê de dijiya. Niha hewl tê dayîn bi rêya çend hîzb û qenalên ragihandinê dixwazin pêkvejiyana li herêmê xira bikin."

Kerkûkî diyar kir ku dijminên Kurdan dixwazin li Kerkûkê nearamiyê li nava pêkhateyan dibe çêkirin û diyar kir ku dijminên Kurdan hewl didin nakokiyê di nava ciwaan de bidin çêkirin ku ciwan bê helwest bihêlin.

'HÊZÊN DESTHILTDAR ÊN LI SER DEWLEMENDIYÊ LI HEV NAKIN, NAXWAZIN ARAMÎ LI HERÊMÊ HEBE'

Mehemed Osman anî ziman ku ji ber dewlemendiya bajarê Kerkûkê pirsgirêka Kerkûkê bûye pirsgirêka cîhanê û ev tişt got: "Ji ber vê dewlemendiya binerd û dîsa xwedî çand û hunerekî dewlemend a bajarê dewletên serdest li ser vê şer dikin. Ji bo wê naxwazin hêzên herêmî û navxweyî li herêmê serdest bin."

'DEWLET DIXWAZE NAKOKIYÊ ÇÊBIKE, DIVÊ CIWAN LI DIJÎ VÊ YEKÊ BI ERKA XWE RABIN'

Osman anî ziman ku ji bo pêşîgirtina van plan û êrîşan lidarxistina konferansa ciwanan a di vê demê de girîng e û wiha pê daket: "Bi taybetî ji bo pêşîgirtina li êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê û dîsa hewldanên dagirkirina Kerkûkê divê ciwan hê zêdetir bi erka xwe rabin û bi rêxistinî tevger bikin. Dewleta Tirk dixwaze nakokî, mezhebî li nava pêkhateyên herêmê bide avakirin."

'BILA CIWAN JI BO HER TIŞTÎ XWE AMADE BIKIN'

Dildar Xak jî bal kişand ser rola ciwanan a li gorî demê û got: "Di vê demê de ciwan dikarin bi çend rêbazan pêşiya dagirkerî û pîlanên li ser xaka Kurdan bigirin. Divê ciwan ji bo vê ji her demê bêhtir bi erka xwe rabin û amade bin. Ev çi di warê siyasî, çi ji di warê leşkerî de dibe ji bo vê amade bin. Divê em xwe bi rêxistin bikin ku dijiminên me nikaribe bi me."