Ciwanên ji Amedê: Gelê Kurd komploya 15'ê Sibatê têk bir!

Ciwanên ji Amedê dan xuyakirin, gelê Kurd pêşî li komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtine.

Hêzên hegemonîk ên navneteweyî, ku hewl didin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin û hevkarên wan ên herêmî yên paşverû, ji bo vê armanca xwe bi ser bixînin, di 15'ê Sibata 1999'an de di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê komployeke navneteweyî kirin.

Ciwanên ji Amedê dan xuyakirin, ku di nava 18 salên bihurî de gelê Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd xurtir bûne. Ciwanên Amedê li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn.

MÛHAMMED ESER: Eger komploya navneteweyî ya berî 18 salan hat kirin bi ser ketibûya, îro Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê di nava tecrîda girankirî de nedibû. Hêzên ku berî 18 salan bi dîlgirtina Rêberê me re xwestin gelê Kurd tine bikin, li pêşberî sekn û felsefeya Rêberê Gelê Kurd têk çûn. Kurdên ku dane ser şopa Rêbertî, îro bûne xwedî statuyekê ku ji aliyê tevahiya cîhane ve tê qebûlkirin. Mînaka ber bi çav a vê yekê jî berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava ye. Eger komploya navneteweyî bi ser ketibûya, wê Kurd îro nebûna yek ji mezintirîn aktorên li Rojhilata Navîn. Bi tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd re hewl tê dayîn têkiliya wî bi gel re bê birîn. Banga min li hemû Kurdan e; Destketiyên di encama têkoşîneke mezin de bi dest ketine, biparêzin.

CÎHAN OZTURK: Rêberê gelekî, pisûlaya wî gelî ye. Eger gelek pisûlaya xwe winda bike, wê rêya xwe jî winda bike. Armanca komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ev e. Xwest gelê Kurd bê pisûle bihêle û tine bike, lê bi ser neket. Di sala 18'an a komployê de Rêberê me hê jî di nava tecrîdeke giran de ye. Weke ciwanên Kurd em vê rewşê qebûl nakin û dixwazin Rêberê me ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Cihê rêberekî li nava gel e.

XEMGÎN TOPDEMÎR: Di encama lihevkirina hêzên emperyalîst de, komploya navneteweyî di 15'ê Sibata 1999'an de hat kirin û di vê çarçoveyê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin. Bi vê komployê re xwestin destketî û têkoşîna gelê Kurd tine bikin. Ji ber vê yekê bang li ciwanên Kurd dikim, ku mîna her 15'ê Sibatê, di vê 15'ê Sibatê de komploya faşîst şermezar bikin û ji bo azadiya Rêberê me dakevin kolanan.

ŞAKÎR DEMÎR: Bi komploya navneteweyî re hat xwestin, di şexsê Rêberê Gelê Kurd de PKK bê tesfiyekirin û gelê Kurd bê rêber bê hiştin. Lê bi ser neketin. Nîşaneya herî girîng a vê yekê, berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûr, Cizîr û Nisêbînê ye. Îro tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd heye û vê yekê jî ji bo têkiliya Rêberê Gelê Kurd bi gelê Kurd re bibirin, dikin. Dewletê dît, ku bi gotineke bi tenê ya Rêbertî re bi mîlyonan mirov dikarin biherikin kolanan. Dewlet xwe ji vê rewşê vedigire. Bi taybetî, bi Rewşa Awarte re zexteke giran li gelê Kurd hat kirin, bi hezaran siyasetmedar hatin girtin û bi dehan şaredarî hatin desteserkirin. Gelê Kurd ku di salên 80'î de li dijî cûntakeran, di salên 90'î de li dijî Hîzbûllahê û di salên 2000'î de jî li hemberî operasyonên qirkirina siyasî li ber xwe dan, wê bi serbilindî ji nava pêvajoya heyî jî derkeve. Banga min li gelê me ev e: Berxwedan.